DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Rojeva Hilbijartinê

Demîrtaş ji xwendekaran re menemen çêkir

 
25 Cotmeh
16:11 2015

STENBOL (DÎHA) - Hevserokê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş li Kurtuluşê çû serdana xwendekarên zanîngehê û ji wan re menemen çêkir. Demîrtaş derbarê koalîsyonê de jî axivî û got "Bêyî ku em dev ji pîvanên xwe berdin em dikarin bi AKP û CHP'ê re koalîsyon ava bikin lê em tu carî bi MHP'ê re koalîsyon ava nakin an jî piştgirî nadin."

Hevserokê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş û Namzeta Parlementeriyê ya HDP'ê ya Stenbolê Şerîfe Erbay di çarçoweya xebatên hilbijartinê de li Taxa Kurtuluşê çûn serdana mala xwendekarên zanîngehê. Demirtaş demeke bi xwendekaran re sohbet kir û her wiha guh da pirsgirêkên wan. Demîrtaş pişt re kete metbaxê û ji xwendekaran re menemenê çêkir û bi wan re xwar.

'Em dikarin bi CHP û AKP'ê re koalîsyon ava bikin'

Demîrtaş di serdanê de pirsên rojnamevanan jî bersivand. Demîrtaş ku gotinên Bulent Arinç ên "TRT jî di nav de hin kanal ambargo danîne ser min" nirxandin û wiha axivî: "Bi salan sansur li ser me meşandin. Em dizanin ku Arinç bi xwe li gelek kanalan geriyaye û derketina min a tv'yan asteng kiriye. Niha axaftinek bi vî rengî tiştek naguherîne." Demîrtaş, pirsên derbarê koalîsyonê de jî bersivand û wiha got: "Bêyî ku em dev ji pîvanên xwe berdin em dikarin bi AKP û CHP'ê re koalîsyon ava bikin lê em tu carî bi MHP'ê re koalîsyon ava nakin an jî piştgirî nadin."

Demîrtaş pişt re ji bo civîna bi ciwanan re çû Navenda Çanda Bajêr a Şişliyê.

(sy)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN