DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Rojeva Hilbijartinê

Yuksekdag: Emê karê 7'ê Pûşberê di 1'ê Mijdarê de temam bikin

 
25 Cotmeh
13:23 2015

HATAY (DÎHA) - Hevseroka HDP'ê Fîgen Yuksekdag di çarçoweya xebatên hilbijartinê de li navçeya Samandag a Hatayê bi gel re civiya û ji bo AKP'ê ev peyam da: "Di hilbijartina 7'ê Pûşberê de me daxwaza wan di qirika wan de hêşt. Ji bo di 1'ê Mijdarê de biçin pêdiviya me bi piştgiriya gelan heye. Emê karê ku di 7'ê Pûşberê de nîvco ma di 1'ê Mijdarê de temam bikin."

Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Fîgen Yuksekdag, xebatên xwe yên hilbijartinê li Hatayê domand. Yuksekdag li navçeya Samandagê bi pêkhateyên Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), malbatên kesên ku di berxwedana Gezî'yê de jiyana xwe ji dest dane û bi nûnerên saziyên civakî re taştê xwar.

Yuksekdag, balê kişand ser giringiya hilbijartinên 1'ê Mijdarê û polîtîkayên desthilatdariya AKP'ê. Yuksekdag diyar kir ku AKP dixwaze di sedsala 21'an de bi pergala dîktayê gelan rêvebibe û wiha berdewam kir: ""Di hilbijartina 7'ê Pûşberê de me daxwaza wan di qirika wan de hêşt. Me bi piştgiriya gelan ew paş ve kişand. Ji bo di 1'ê Mijdarê de biçin pêdiviya me bi piştgiriya gelan heye. Emê karê ku di 7'ê Pûşberê de nîvco ma di 1'ê Mijdarê de temam bikin."

'Sûcê me ew e ku me ew nekir dîktator'

Yuksekdag daxuyaniyên AKP'ê yên beriya hilbijartinê bibîrxist û got ji ber ku HDP'ê bendavê derbas kir AKP'ê Tirkiye ber bi şerê navxweyî ve bir. Yuksekdag wiha got: "Sûcê me ew e ku me ew nekir dîktator û emê vê sûcê car din bikin. Em ji bo desthilatdariya gel a demokratîk ava bikin diçin hilbijartinan."

'Dê ji ber hilbijartinan poşman bibin'

Yuksekdag, di berdewama axaftina xwe de diyar kir ku wan ev hilbijartin nedixwest û waha axivî: "Ji ber vê hilbijartinê ewê poşman bibin. Dê ji encamên hilbijartina 7'ê Pûşberê xirabtir encaman wergirin." Yuksekdag hişyar kir ku eger AKP di hilbijartinê de encamên ku dixwaze bi dest bixe dê şer kûrtir bike.
Yuksekdag wiha pê de çû: "Eger AKP hilbijartina 1'ê Mijdarê qezenc bike dê Sûriyeyê dagir bike. Eger AKP ji desthilatdariyê neyê dûrxistin him li hundir him jî li derve dê biçe şer. Dê hewl de gelan ji hev re bike dijmin û şerê navxweyê pêş bixe."

Yuksekdag got ku dê gelên Tirkiyeyê bi HDP'ê re pêşeroja xwe diyar bike û wiha dawî li gotinên xwe anî: " Em pêşeroja gelan in. Li hemberî vê pergala pûç tekane alternatîf em in. Roj roja berxwedana gelan a li hemberî zilmê ye."

(sy)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN