DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Rojeva Hilbijartinê

Demîrtaş karkerê înşaetê ziyaret kir

 
25 Cotmeh
10:58 2015

STENBOL (DÎHA) – Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattin Demirtaş, şeveqê karkerên înşaetê yên li Esenyurta Stenbolê ziyaret kir. Demirtaş bi karkeran re taştê xwar û sohbet kir. Demîrtaş, anî ziman ku karkerek 6 mehan bibe Serokwezîr dê rewşa welat baştir bibe.

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattin Demirtaş, Namzeta HDP’ê ya Stenblê Şerîfe Erbay û gelek rêveberên HDP’ê di çarçoveya xebatên hilbijartinê de karkerên înşaetê yên li taxa Mehterçeşme ya Esenyurtê ziyaret kir. Demirtaş di saetên şeveqê de karker ziyaret kir û li gel karkeran taştê xwar. Karkeran Demîrtaş li şantiyê pêşwazi kirin û bi hevre taştê amade kirin. Demirtaş,li gel karkeran sohmet kir û qerfên xwe bi Serokwezîr kirin.

Demîrtaş li karkeran guhdar kir. Karkeran diyar kirin ku şertê jiyanê pir zahmet bûye û êdî nikarin debara malbatên xwe bikin. Karkeran, anîn ziman ku ewlehiya wan tune û mafê wan ê kar, civakî û tenduristiyê tê binpêkirin.

Demîrtaş, piştî li karkeran guhdar kir, diyar kir ku ger karkerek 6 mehan bibe serokwezîr dê halê Tirkiyeyê baştir bibe û karkeran jî anî ziman ku ev teqez rast e karker dê baştir rêveberiya Tirkiyeyê bikin. Karkerê bersîv da Demirtaş, anî ziman ku ew teqez dê Tirkiye baştir bi rêve bibin û pêwistî bi xwendin û kravatê nake.

(mae)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN