DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Rojeva Hilbijartinê

'Li Bedlîsê rûpoşê AKP'ê ya ol ket!'

 
25 Cotmeh
09:12 2015

BEDLÎS (DÎHA) - Li Bedlîsê ku ji ber êrîşên li dijî goristanan pêk hat û nêlirêtiyên hatin kirin li hemebrî AKP'ê nerazîbûn zêde bûn eleqeya gel a ji bo HDP'ê her diçe zêdetir dibe. Li bajar HDP hewl dide 3 parlamenteran jî derxîne û ji namzetên HDP'ê Habîp Yeşîltepe diyar kir ku bi êrîşa AKP'ê ya li dijî goristanan rûpoşê wî yê ol ketiye û malbatên ku hesasiyetên wan ên olî hene jî li dijî AKP'ê helwest girtine.

Li Bedlîsê di hilbijartinên 7'ê hezîranê de ji sedî 60 deng girt û ji 3 parlamenteran 2 parlamenter derxist û hedefa HDP'ê di 1'ê Mijdarê de ew e ku 3 parlamenteran jî bişîne meclîsê. Ji ber vê yekê jî li bajar atmosfera seferberiyê heye. Di demên dawî de piştî êrîşa li dijî goristana PKK'iyan û nelirêtiya ku nûçeyên ku der barê Walîtiya Bedlîsê de derketin hişt ku gel li dora HDP'ê kom bibe. namzetê HDP'ê Habîp Yeşîltepe têkîldarî xebatên hilbijartinê axivî û diyar kir ku bi êrîşa AKP'ê ya li dijî gorên ku li ser "Xwedê" û "Bismillahîrahmanirahîm" dinivîsîne jî rûpoşa AKP'ê xistiye û malbatên ku hesasiyetên wan ên olî hene li dijî AKP'ê helwest girtine.

Yeşîltepe bilêv kir ku êrîşên li dijî goristana bûye sedema nerazîbûna gel û wiha axivî: "Welatê gelê kurd tenê axa ku em lê dijîn nîne li vir miriyên me hene, nirxên me yên manewî hene. AKP tenê bi neqebûlkirina Kurdistanê ve namîne li pey tunekirina mirî û nirxên me yên manewî ye jî. şerê tevahî ya li dijî kurdan hate destpêkirin vegeriya manewiyatên kurdan jî. Wekîlê AKP'ê yê Bedlîsê ji ber girêdana xwe ya aborî ya bi AKP'ê re qatlîamên li dijî kurdan şermezar nekir, bêdeng ma. Ez aktorên siyasî yên di nava AKP'ê de ku li dijî qatlîama li dijî kurdan bêdeng dimînin şermezar dikim."

'Berhemên ji ermenan mane divê bên restorekirin'

Yeşîltepe diyar kir ku li Bedlîsê dîroka nivîskî ya 3 hezar salan heye û wiha pêdeçû: "Bi sedan salan bav û kalên me bi gelên ermen ve bi hevre jiyane. Dêr, dibistan û nirxên manewî yên mane bi tunebûnê re rû bi rû ne. Berhemên ji gelê ermen mane divê bên restorekirin. Paşerojê de koçberî li ser ermenan hate ferzkirin, qatlîam hate rewadîtin heman tişt li ser kurdan hate ferzkirin. Berhemên nivîskar William Saroyan li Bedlîsê ji bo aştiya civakî û turzîmê dê sudewar bin, baweriya min ew e. Ji bo ku em bikaribin ji bo gelê xwe sûdewar bin divê em xwedî li nirxên gelên xwe yên li Bedlîsê derkevin."

Yeşîltepe diyar kir ku namzetên AKP'ê yên Bedlîsê ji aştiya civakî dur in û namzetên AKP'ê yên ku dibêjin "ez ji mirovekî gel im" li hemberî qatlîaman bêdeng dimîne û nirxandina "Aştiya civakî tenê di hedefa HDP'ê de heye" kir.

(sa)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN