HDP'ê ji bo hilbijêran bi fîrmayên otobusan re peyman çêkir!
STENBOL (DÎHA) - HDP ji bo ku hilbijêr dengên xwe bikaribin bi kar bînin kampayaya da destpêkirin û ji bo fîrmayên otobusan ve peyman îmze kir di vê çarçoveyê de kesên ku ji Stenbolê biçin Kurdistanê yan jî ji Kurdistanê bên Stenbolê fîrma ji sedî 50 buhayê biletan daxe. Hevserokê HDP'ê yê Stenbolê Cesîm Soylu jî bi gotina "hilbijêrên me divê bi ruhê dema borî heta ji wî zêdetir bi heyecenaka mezin heta nexweşên li nivînan jî bibe û dengên xwe bi kar bînin" banga çûyîna li ser sindoqan kir.
Ji bo hilbijartinên 1'ê Mijdarê çend roj ma û HDP ji bo ku welatiyên ku dengên wan li bajarên din in bikaribin dengên xwe bi kar bînin kampanya da destpêkirin. HDP a ku ji bo ku welatî dengên xwe bi kar bînin û xwedî li dengên xwe derkevin bi hin fîrmayên otobusan re li hev kir û ji bo hilbijêran dê buhayê biletan bê daxistin. Fîrmayên otobusan dê ji bo kesên ku ji Stenbolê diçin Kurdistanê yan jî ji bajarên Kurdistanê bên Stenbolê ji sedî 50 buhayê biletan daxe. Welatiyên ku dixwazin ji kampanyayê sûde werbigirin divê navê xwe li nûnertiyên HDP'ê yan jî rêxistinên bajar û navçeyan bidin nivîsandin
Hevserokê HDP'ê yê Stenbolê Cesîm Soylu diyar kir ku wan di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de xwendekar, karker an jî welatiyên din ji bo ku bikaribin dengên xwe bi kar bînin ji Stenbolê şandine bajarên din. Soylu wiha got: "Li gelek bajaran em di rewşeke krîtîk de ne û hin wekîl dibe ku bi ddengeke kêm bên windakirin an jî yên nû bên qezenckirin. Ji ber ku em vê yekê dizanin em difikirin ji Stenbolê zêdetir welatiyan bişînin." Soylu biLêv kir ku ji bo hilbijêrên ku dimînin 2 rojên dawî jî dê otobusan kirê bikin û bigihînin sindoqan. Soylu da zanîn ku dîsa xwendekar û karkerên ku dixwazin biçin ji bo komên 50-100 kesan jî heke bixwazin dikarin ji navçeyên ku lê ne wesayîtan rakin.
Soylu anî ziman ku di hilbijartinên borî de HDP'ê 40 hezar hilbijêr ji bo bikaribin dengên xwe bi kar bînin şandine cihên din û ew ê ehwl bidin ku di vî hilbijartinê de jî hilbijêran bişînin.
'Divê neçûyîna li ser sindoqan nebe'
Soyla destnîşan kir ku ji bo ku AKP, HDP'ê di bin bendê de bihêle çi ji destên wî tê û ji ber vê yekê jî xebatên HDP'ê asteng dike û wiha axivî: "Divê vê carê HDP'ê xurtir derxînin. Ji ber ku hikûmeta AKP'ê ya demî û serokomar ev şer li dijî vê serkeftinê derxist. Ji ber vê yeke jî israra di azadî de ji hilbijartinên din girîngtir e. Lewma jî em dibêjin di hilbijartinê de helwesteke neçûyîna li ser sindoqan nebe."
Soylu bang li hilbijêran jî kir û banga bikaranîn dengan kir. Soylu axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Hilbijêrên me divê bi ruhê dema borî heta ji wî zêdetir bi heyecenaka mezin heta nexweşên li nivînan jî bibe û dengên xwe bi kar bînin."
(sa)