DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Rojeva Hilbijartinê

Yuksekdag li gel karkerên tekstîlê cil dirûtin

 
24 Cotmeh
14:18 2015

STENBOL (DÎHA) – Hevseroka Giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag, li Bahçelievlerê karkerên tekstîlê ziyaret kir û li pirsgirêkên karkeran guhdar kir. Yuksekdag, bi karkeran re li ser makîneyan rûnişt û cil dirûtin. Yuksekdag, anî ziman ku wê jî di serdema dibistanê navîn û lîseyê de karê tekstîlê dikir.

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag, di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li navçeya Bahçelievlerê ya Stenbolê karkerên tekstîlê ziyaret kir û li pirsgirêkên karkeran guhdar kir. Yuksekdag, û heyeta pêre ji aliyê xwediyê şîrketê ve hat pêşwazîkirin. Ji aliyê karkerên jin ve bi tilîlî û çepikan hat pêşwazîkirin. Yuksekdag, bi karkeran re sohbet kir û li pirsgirêkên wan guhdar kir, li gel wan wêne kişand û piştre jî li ser dezgehên dirûnê rûnişt û li gel karkeran cil dirût.

Ez jî berê karkera tekstîlê bûm

Yuksekdag, piştî li karkeran guhdar kir diyar kir ku ew pir qîmet didin kedê û ew jî di serdema dibistana navîn û lîseyê de karkera tekstîlê bû û wiha got: “Di serdema hikûmeta AKP’ê de xwarin êdî ketiye devê şêr û derxistina wî pir zahmet e. Niha şerê kedê heye. Ji bo karkerên jin ev bêtir zahmet û dijwar e. Di serdema AKPê d gelek şîrketên biçûk hatin girtin. Lê HDP armanc dike ku jiyanek bê jiyandin ava bike û pêş bixe.”

Yuksekdag, bal kişand gefên li ser Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattin Demirtaş û da zanîn ku wan her tişt daye ber çavên xwe û vî karî dikin. Yuksekdag, herî dawî bi boneya bi malbatên jinên di li Otela Taksim Hillê rastî tundiya mêran hatin û jiyana xwe ji dest dan re bê cem hev, ji fambîreqê qetiya.

(mae)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN