'Di 1'ê Mijdarê de DAIŞ çawa têkçû dê AKP jî wisa têk biçe'
ANTALYA (DÎHA) - Namzet HDP'ê ya Antalyayê Nuray Erçagan diyar kir ku hilbijartina 1'ê mijdarê rastî Roja Kobanê ya Cîhanê hat û wiha got: "Zarokên me çawa DAIŞ li Kobanê têk birin em jî dê wisa AKP'ê di sindoqan de têk bibin. Çeteyên DAIŞ'ê çawa têkçûn AKP jî dê wisa têk biçe."
Dayîka Ayşe Denîz Karacagîl a ku di raya giştî de weke "keça desmal sor" tê nasîn û di dema berxwedana Gezî de li Antalyayê hat girtin û pişt ji girtîgehê derket tevlî HPG'ê bû û Nazmeta HDP'ê ya Antalyayê Nuray Erçagan hilbijartina 1'ê Mijdarê rastî Roja Kobanê ya Cîhanê hatin pêşketinekî dîrokî ye. Erçagan anî ziman ku hilbijartina 1'ê mijdarê berdewamiya serkeftina Kobanê ye û wiha got: "Zarokên me li Kobanê bedenên xwe li hemberî faşîzma DAIŞ'ê kirin mertal. Yên wê demê digotin 'Kobanê ha ket ha ket' bi serkeftina Kobanê bersivekî herî baş girtin. Yên ev bersiv fêmnekirin li Tirkiyeyê êrîşê li destkeftiyên gelan û hêzên demokrasiyê dikin.Em dê li hemberî desthilatdariya AKP'ê ya tu ferqê wê ji çeteyên DAIŞ'ê tuneyî 1'ê mijdarê vegerinin roja serkeftinê."
'Çawa çeteyên DAIŞ'ê têk çûn dê AKP jî wisa têk biçe'
Erçagan got, "Çawa çeteyên DAIŞ'ê têkçûn AKP jî dê wisa têk biçe" û wiha got: "1'ê Mijdarê zarokên leheng bi parastinekî qehremanî çeteyên DAIŞ'ê yên ji aliyê hêzên emperyalîst ve hatî avakirin roja têkbirinê ye. Dê di heman demê de bibe roja gelên Tirkiyeyê ji desthilatdariya yek mirovahî xilasbûnê be. Zarokên me çawa DAIŞ li Kobanê têk birin em jî dê AKP wisa di sindoqan de têk bibin. 1'ê mijdarê dê bibe roja serkeftina gelên Tirkiyeyê." Erçagan gotinên Erdogan ên "Kobanê ha ket ha ket" bîrxist û wiha pê de çû: "Yên li bendêbûn ku Kobanê bikeve ketina xwe amadekirin."
(bd)