DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Ciwan

Jinên ciwan ên DEM-GENÇ’ê terzîxaneya ‘Ekîn Wan’ vekirin

 
23 Cotmeh
20:46 2015

MÊRDÎN (DÎHA) – Aktvîstên Meclîsa Jinên DEM-GENÇ’ê yên Nisêbînê bi dirûşma “Hilberîna xwe em xwe bi xwe bi awayekî komunal înşa dikin” terzîxaneya “Şehîd Ekîn Wan” bi merasîmekî dan vekirin. Jinên ciwan diyar kirin ku ji niha şûn ve ew ê xwe bi xwe hilberînên xwe înşa bikin û êdî pêdiviyên wan bi tu saziyên dewletê nemaye.

Aktîvîstên Meclîsa Jinên DEM-GENÇ’ê yên Nisêbînê bi dirûşma “Hilberîna xwe em xwe bi xwe bi awayekî komunal înşa dikin” li taxa Yenîşehîrê Terzîxaneya “Şehîd Ekîn Wan” bi merasîmekî dan vekirin. Bi dîwarên avahiya terzîxaneyê ve Posterê Rêberê PKK Abdullah Ocalan û ala PKK hatin daliqandin. Di vekirina terzîxaneyê de bi sedan welatiyên taxên, zarok, jin û rêveberên HDP, DBP û Şaredariyê amade bûn. Beriya merasîma vekirinê li ber erbaneyan stran hatin vegotin û govend hate gerandin.

‘Jinên ciwan xwe bi xwe hildibirîn in’

Piştî demek dirêj heta ku welatî li hev kom bûn, ji bo kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane deqîqeyek rêz hate girtin. Di merasîma vekirinê de ewil endama DEM-GENÇ’ê Ebru Çagan axivî û diyar kir ku ew jinên ciwan û azad dê ji niha şûn ve xwe bi xwe hilberîna xwe di çarçoveyek komunal de înşa bikin û wiha got: “Ev xebata me em navê Şehît Ekîn Wan a ku ji aliyê faşîzma dewleta AKP’ê ve hate qetilkirin didin jiyîn. Em bi vê xebata xwe nîşan didn ku ji niha şûn ve tu pêdiviyên jinên ciwan, bi saziyên dewleta mêtinger tune ye. Em ê wek jinên ciwan her tim pêşengên têkoşîna xwe ya azadiyê bidin nîşandan. Em hemû şehîdên Kurdîstanê bibîr tînn.”

‘Dê serkeftina me êrîşan tune bike’

Piştî Çagan, hevserokê HDP’a Nisêbînê Ferhat Kut jî axivî û diyar kir ku ew xebata jinên ciwan pîroz dikin û got ku ew hêvî dikin ku dê ev ji bo azadiya jinê bibe mînak. Kut bal kişand ser pêvajoya derbasbuyî û ya ku niha gelên Tirkiyê tê de dijîn û got ku pêwîste herkes di 1’ê Mijdarê de li dengên xwe û li partiya xwe xwedî derbikeve. Kut da zanîn ku dê serkeftina wan a vê hilbijartinê hemû êrîşên îmha û tunekirinê ji holê rake.

Piştî axaftinan dayik û jinên ciwan bi hev re derbasî avahiya terzîxaneyê bûn û kurdeleya kargehê birîn û vekirina wê pêkanîn. Jin û derbasî hûndir bûn û ji bo piştgiriya terzîxaneyê tiştên ku bi destan hatine çêkirin stendin.

(bg/bd)



Sernavên din

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN