DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Çand û Huner

'Nexweşê Nexweşiyê' li Rihayê derket pêşberî şanohezan

 
23 Cotmeh
09:18 2015

RIHA (DÎHA) –Şanoya "Nexweşê Nexweşiyê" ya ku, ji aliye Navenda Çand û Hunera Rihayê ve hat organîzekirin rastî eleqeyeke mezin a şanohezan hat.

Şanoya bi navê "Nexweşê Nexweşiyê" bi organîzekirina Navenda Çand û Hûnera Rihayê ve li Salona Konferansa Odeya Zîraatê hate pêşandan. Parlamenterên HDP’ê Leyla Guven û Ziya Çalişkan jî di nav de gelek kesan şano bi aleqeyeke mezin temaşe kir. Şanoya ji aliye Şonaya Şarederiya Bajarê Mezin ê Amedê hatiye amedekirin û ji aliye Navenda Çand û Hûnera Rihayê vê hat organîzê kirin demên kêfxweş bi şanohezan da derbaskirin. Şanoya ku çiroka kesekî ku "Nexweşê Nexweşiyê" pênase dikir li ser lingan hat çepikandin.

Piştî listîkê Parlamenterên HDP’ê Leyla Guven û Ziya Çalişkan plaket dan lîstîkvanan.

(sde/sa)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN