DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Rojeva Hilbijartinê

HDP: Werin bibin muşahidê me

 
22 Cotmeh
16:41 2015

ENQERE (DÎHA) - HDP hişyariya ku ev hikûmet ji bo îktîdara xwe şerê navxweyî daye ber çavên xwe û dikare hemû lîstikên qirêj bilîze. HDP'ê diyar kir ku ji bo pêşiya vê yekê were girtin û ewlehiya sindoqan bang li her kesî kir ku bibin muşahidê sindoqan.

Partiya Demokratîk a Gel (HDP) ji bo pêşiya dek û dolabên li ser sindoqan were lîstin bigire bang li her kesî kir ku bibin muhaşîdê ser sindoqan. Alîkara Hevserokê Giştî ya HDP'ê Gunay Kubilay li ser navê navenda HDP'ê daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Kesên ji bo desthilatdariya xwe şer derdixin wê li ser sindoq û dengan her cure lîstikê bilîzin. Ji bo hilbijartin li gor exlaqê demokrasiyê pêş bikeve, ji bo em xwedî li dengên xwe yên ku bi israr em bi kar tînin xwedî derkevin me kampanyaya muşahidiyê daye destpêkirin. Di her sindoqa ku em ê endamên desteya sindoqan wezîfedar bikin û bi wezîfedarkirina muşahidan em ê ewlekariyê xurt bikin."

Di daxuyaniyê de bang li her kesî hat kirin ku xwedî li sindoqan derkevin û eiha domand: "Kesên dixwazim piştgiriyê bidin ewlekariya sindoqan. Wek muşahîd dixwazin xwedî li dengên xwe derkevin; dikarin serî li rêxistinên HDP’ê yên navçeyan bidin weke di Kampanyaya Endamtiya Desteya Sindoqan de dikarin têkevin navnîşana, www.barajlariasdagel.org û selêdanê bikin."

(wk)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN