DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Çand û Huner

Gelê ku li dijî fermanan li ber xwe da; Êzidî

 
22 Cotmeh
09:44 2015

AMED (DÎHA) - Pirtûka bi navê "Gelê ku li dijî fermanan li ber xwe didin Êzidî" ya ji aliyê rojnameger Mazlum Ozdemîr ve hate nivîsandin ji bo kesên ku ji dîrokê heta niha li dijî qatlîaman têkoşîna hebûnê dane û li ber xwe dane pirtûkekî agahiyên girîng dide ye.

Êzidiyên ku gelên cîranên wan ên li cografyaya dijîn jî ji hebûna wan agahdar nînin piştî ku DAIŞ'ê êrîşî Şengalê kir û qatlîam pêk anî wekî ku ketin navika jiyana me hemûyan. Em li cadeyên Stenbolê herî zêde hatin û çûyîn heye bin jî yan yek li bajarên Kurdistanê bin êdziyên ku ji ber şer mecbûr mane axa xwe biterikînin derdikevin pêşberî me. Gelo kî ne ev êzidî? Ji kû hatin, ji çi bawer dikin, çawa dijîn?

Eynika mirovahiyê

Rojnamger Mazlum Ozdemîr di rojên ku têkîldarî êzidiyan nîqaş pêk tên de ji bo ku em cihana êzidiyan a ku em nizanin hîn bibin wekî eynikek girtiye. Dema em pirtûkê dixwînin fêm dikin ku em xwe di wî eynikê de bibînin, bi xwe re, bi mirovahiya xwe re û bi jiberkirinên xwe re rû bi rû bên. Ozdemîr dema ku ji ber doza KCK'ê hatibû girtin pirtûk nivîsandiye û di destpêka pirtûka xwe de girîngiya hevrûbûnê bi gotina "çalakiya hevrûbûnê ancax dikare bibe rastiya kesên wêrek in. Kesên ku vî hêzê nagirin, dê nermûbûna xwe jî winda bikin û jibilî xwe wekî wanek li dora xwe binêre. Li şûna jiyanê xurtir bike dê jiyanê bikuje, li şûna lêgerîna jiyanê ji jiyanê direve. Ev jî bi tevahî taybetiyên bindestan in."

Ozdemîr ev pirtûk di heman demê de wekî rêwitiya ber bi hundirê xwe ve jî pênase kiriye û şibandineke wisa daye: "Wekî çîroka kurdên misilman û rewşa kurdên êzidî li aliyeke xwîşk û birayên ku ji heman dayik û bavê çêbûnê lê bi salan ji hev cuda mane ye." Ozdemîr bawer dike ku her kurdek teqez parçeyeke ji xwe di pirtûkê de bibîne.

Êzidî xwe vedibêjin...

Di vî pirtûkê de ji pirtûkên din tişta cuda jî Ozdemîr hemû naveroka pirtûka xwe di demên ku bi êzidiyan re jiyaye aniye ber hev. Ji ber vê yekê jî di rasterast vegotinên êzidiyan em pirtûkê de dibînin. Cejnên xwe, rîtuelên olî, cihên pîroz, êşên ku jiyane hemû em bi ziman û vegotinên êzidiyan ve di pirtûkê de dibînin.

Ozdemîr di pirtûkê re jibilî vegotinên êzidiyan gelek çavkanî jî lêkolîn kiriye û merhaleya pêşketina baweriyên êzidiyan lêkolîn kiriye û bi xwendevanan re parve kiriye.

Ev mirovên ku di sedsala 21'emîn de jî ligel hemû pêkûtiyan baweriyên xwe diparêzin dev ji baweriyên xwe bernadane jiber û mecbûr mane derkevin derveyî sînorên xwe êdî li navika jiyana me ne. Ji ber vê yekê jî hemû kesên li vî cografyayê dijîn nêrîna wan a êzidiyan di kurbûna dirokê de dîtina xwe ye.

(sa)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN