DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Rojeva Hilbijartinê

Gelo li dibistanên bi sedan xwendekar ders dibînin de pirsgirêkeke ewlehiyê ya çawa heye?

 
22 Cotmeh
09:43 2015

ENQERE (DÎHA) - Nûnerê HDP'ê yê YSK'ê Mehmet Tîryakî li hemberî yekirina 138 sindoqan ên li Cizîr, Hezex, Sîlopî, Xîzan û Êlihê nerazîbûn nîşan da û diyar kir ku li sindoqên ku bi hinceta "ewlehiyê" hatine yekirin perwerdehî didome û heke xetereya "ewlehiyê" hebe divê perwerdehî nebe,ev biryara hatiye girtin ne di cih de ye.

Ligel biryara YSK'ê ya li dijî sindoqên seyar di 3'yê cotmehê de da jî li Kurdistanê helwdanên yekirina sindoqan berdewam dike. Ligel biryara YSK'ê li navçeyên Sîlopî, Cizîr û Hezexê yên Şirnexê û navenda Êlihê û navçeya Xîzan a Bedlîsê bi tevahî 138 sindoq biryarên yekirina sindoqan girt. Li Cizîrê li taxên Cûdî, Sûr û Nûrê 92 sindoq dê bibin sindoqên li herêmên din ve bikin yek. Li Sîlopiyê li 3 tax û 2 gundan 26 sindoqên ku 7 hezar û 814 kes dê deng bi kar bînin dê bibin cihê din. Li taxên Barbaros, Karşiyaka û Şehît Harunê 24 sindoq û li gundê Hesena û Dedelerê jî 2 sindoqan bibin cihên din. Li navçeya Xîzanê ya jî li 10 gund û mezrayan dê 10 sindoqan bibin cihên din. Li Êlihê jî li taxên Yavuz Selîm, Petrolkent, Pazaryerî, GAP, Seyîtler, Belde, 19 Mayis û Petrolê biryar hate dayîn ku bêyî sindoqan derxînin derveyî taxan li her taxê dê li dibistaneke bê danîn.


Ji ber ku daxwaza birinê hate redkirin sindoq kirin yek

Nûnerên partiyên siyasî yên YSK'ê ev biryara ku ligel YSK'ê hate dayîn nirxandin. Nûnerê HDP'ê yê YSK'ê Mehmet Tîryakî diyar kir ku YSK'ê hemû daxwazên ku ji bo sindoqên seyar di 3'yê cotmehê de nirxand û bi pirdengiyê ve ev daxwaz ji ber ku neqanûnî ye red kir lê ligel vê biryarê lijneyên hilbijartinan ên navçeyan serlêdan kirine û ev rêbazeke din e. Tîryakî bilêv kir ku di daxwazên berî de dihat xwestin ku sindoqan bibin deverên din lê ji ber biryara YSK'ê li heman cihê dibin dibistaneke cuda û ev yek jî ji bo "ewlehiyê" tê kirin.

Bi sedan xwendekar ders dibînin

Tîryakî da zanîn ku ev biryareke skandal e û wiha axivî: "Xala ku em îtiraz dikin ev e ku li dibitanên ku dibêjin ewlehî, lê li van deran bi sedan xwendekar perwerde dibînin. Xwendekar diçin dibistanan. Heke li van dibistanên xwendekar ders dibînin divê perwede nehata kirin. Lê ji ber ku perwerde tê kirin sedema birina sindoqan ne ewlehî ye."

Tîryakî destnişan kir ku kaxizên hilbijêran jî hatiye şandin ji ber vê yeke cihên ku deng bên bikaranîn jî diyar e di vê aliyê de jî girtina vî biryarê ne qanûnî ye. Tîryakî got ku li dibistanan gelek kombûn çêbibe û pirsgirêkên cidî dê bên jiyîn.


Xetereya ku hilbijêr nikaribin deng bi kar bînin heye

Nûnerê CHP'ê Mehmet Hadîmî Yakupoglu jî diyar kir ku ev biryar dê li hemberî hilbijartineke baş bibe sedemên pirsgirêkên cidî. Yakupoglu wiha axivî: "Fikarên min ên cidî hene. Evqas hilbijêr li ciheme komkirin, li avahiyeke kom kirin di esasê xwe de dê zeagfiyeta ewlehiyê derxîne holê. Dê li hemberî bikaranîne dengan bibe asteng. Dibe ku hilbijêr dengên xwe bi kar neynin. Berpirsyarê vê jî dê bibe dadgerê hilbijartinê. YSK nikare mudaxaleyî vê yekê bike."

(sa)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN