'Hûn nikarîn vî gelî ne bi Torosên Spî û ne jî bi tangên qehweyî bitirsînin' - HATE NÛKIRIN
ŞIRNEX (DÎHA) - Hevseroka Giştî yê HDP'ê Fîgen Yuksekdag bersiva gefên Serokwezîr Ahmet Davutoglu yên "Torosên Spî" da û wiha got: "Vî gelî 'Torosên we yên spî' jî û hemû çûre tank û topên we jî dîtin. Çi çêbî? Gelo we bi 'Torosên sîpî' û tangên xwe yên qehweyî gelê Cizîrê têk bir? Gelê me li hemberî we rûmeta xwe parast. Hûn nikarin vî gelî ne bi Torosên Spî û ne jî bi tangên qehweyî bitirsînin'"
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li Şirnexê bi nûnerên rêxistinên sivîl ên civakî re hat cem hev. Di civîna li Salona Konferansê ya Şaredariya Şirnexê pêk hat de parlementerên HDP'ê, nûnerên rêxistinên sivîl ên civakî û gelek welatî tevlîbûn. Hevserokê Rêxistina HDP'ê yê Şirnexê Sekvan Kilinç ewil di civînê de axivî û diyar kir ku ligel hemû zext û komkujiyan dê weke hilbijartina 7'ê hezîranê di hilbijartina 1'ê mijdarê de jî serbikevin.
'Dê hesaba polîtîkayên şer bidin'
Pişt re Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag axivî. Yuksekdag axaftina xwe bi silavkirinê dest pê kir û wiha got: "Beriya hilbijartina 7'ê hezîranê heya niha darbeya qesrê heye û darbeya qesrê vîna kesên hatin hilbijartin tune hesiband. Em careke din di 1'ê mijdarê de diçin hilbijartinê. Em li hemberî neçariyê rawestiyan û em serkeftin." Yuksekdag diyar kir ku hikûmetê ji bo serokatiyê sedan welatî qetil kirin û wiha axivî: "Ev axa careke din kirin navenda mirin û zilmê. Şirnex ji van navenda yek e. Piştî komkujiya Roboskî vê carê jî li hemberî zilmê li ser piyan rawest û vîna hesab pirsînê nîşan da. Em jî dê li hemberî polîtîkayên şer rawestin û hesabê bipirsin."
'Ne Torosên we yên spî û ne jî tankên xwe yên qehweyî gel natirsîne'
Yuksekdag anî ziman ku Serokomar Tayyîp Erdogan ji ber ku di hilbijartina 7'ê hezîranê de 400 wekîl qezenc nekirin şer îlan kir û wiha pê de çû: "Niha careke din derket pêşberî me û gotinên berî hilbijartina 7'ê hezîranê gotin careke din dubare dikin. Di bêjin 'Heke Erdogan bibe serok ev pirsgirêk dernakevin pêşberî me' Lê bersiva vî gelî dayî ji te re weke heneke nîn e. Ew hêj jî dibêjin weke me henek li wan kiriye lê vî gelî zîleyek li we xistiye. Me di 7'ê hezîranê de çi gotibe em li pey wan in. Hikûmetekî bi me re tinaz dike heye. Davuoglu derketiye me bi 'Torosên Spî' tehdît dike. Gel êdî çi ji we bikşîne. Vî gelî 'Torosên spî' dîtin. Ligel wan hemû cûre tangên we jî dîtin. Qetilkirina zarokên xwe jî dîtin. Çi bû? Gelo we bi 'Torosên xwe yên spî' û tangên qehweyî gelê Cizîrê têk bir? Gel li hemberî we rumeta xwe parast. Ev gelî 'ne Torosên we yên spî û ne jî tankên we yên qehweyî natirsîne'"
'Davutoglu bi gefan dengan kom dike'
Yuksekdag got, "Serê wan ji ber mezinahiyê dizivire. Ew ji ber hêzê serxoş bûne" û wiha axaftina xwe berdewam kir: "Dihesibandin gelê kurd di 7'ê hezîranê de dê bersiva wan nedin. Gel bersiva pêvîst da. Pişt re gotin 'HDP bi gefan dengan kom dike' Kê bi gefan deng kom dike hemû kes dizane. Li Wanê bi Torosên spî gefan li gel dixwe. Davutoglu weke serokwezîrê welat bi gefan dengan kom dike. Berê xwe dide çavên me û bi gefan dengan dixwaze.
'Rêveberiyên cewherî weke şîrê dayîk maf e'
Yuksekdag bilêv kir ku dewletê li hemberî gelê "rêveberiyên cewherî" îlan kirî şer da destpêkirin û wiha pê de çû: "Rêveberiyên cewherî mafê kurdan ê weke şîrê dayîkê ye. We jî vi gelî re li meclîsê siyaset kir? Bi salane komkujî, gef û mirin li hemberî gel pêk anîn."
'Dê di 1'ê mijdarê de aştî qezenc bike'
Yuksekdag herî dawî wiha got: "Ji bo me wateya van sindoqan ji jiyana mirovan û demokrasiyê wêdetir heye. Heke ev sindoq aramiyê neynin demokrasiyê neynin em çi li wan bikin. Em di derdê serokatiyê de nîn in. Lê em dê di sindoqan de daxwaza gelê xwe ya demokrasiyê derbixin. Em dê di 1'ê mijdarê li hemberî dîktatoriyê de demokrasî û aştiyê derbixin û dê aştî û demokrasî qezenc bike."
Piştî civînê Yuksekdag û heyata pê re esnaf ziyaret kirin û rastî eleqeyekî gelek mezin hat.
Yuksekdag piştî Şirnexê dê derbasî Cizîrê bibe.
(bd)