'Daxwaza me jiyana bi hev re ye'
NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Namzetên HDP'ê di çarçoveya xebatên hilbjartinê de bi gel re tên cem hev û amadekariyê xwe yên hilbijartina 1'ê mijdarê berdewam dikin. Namzetên bi gel re hatin cem hev gotin gel daxwaza xwe ya jiyana bi hev ra anine ziman.
ÎZMÎR
Namzetê HDP'ê yê Îzmîrê Ertugrul Kurkçu di çarçoveya xebatên hilbijartinê de Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya Gundên Yeşîl Gurs a Mêrdînê ziyaret kirin. Kurkçu di ziyaretê de got divê hemû kes xwedî li sindoqan derbikeve. Nazmetên din ên Îzmîrê Muslum Dogan, Ulku Yalçinkaya û Huseyîn Odemîş jî gelek ziyaret li dar xistin.
MELETÎ
Namzetên HDP'ê yên Meletî Aydin Erdogan, Perihan Yucekaya, Abuzer Yavaş û Ebru Ergen Korkmaz jî li taxa Zaviye bi gel re hatin cem hev û civîna li dar xistin. Nazmetê HDP'ê Aydin Erdogan diyar kir ku AKP ji bo HDP'ê di bin bendê de bihêle serî li hemû rêbazadn dide. Piştî civînê namzetan Cemiyeta Televîzyonvana û Rojnamevanên Meletgî ziyaret kirin.
AMED
Nazmetên HDP'ê yên Amedê Îmam Taşçier, Nursel Aydogan, Feleknas Uca, Nîmetullah Erdogmuş û Çaglar Demîrel jî li navçeyên Amedê yên navedî bi gel û esnafan re hatin cem hev û xebatên xwe yên hilbijartinê berdewam kirin.
MÊRDÎN
Nazmeta HDP'ê ya Mêrdînê Enîse Guneylî li navçeya Dêrîkê ya Mêrdînê esnaf ziyaret kirin û bi gel re hat cem hev. Guneylî diyar kir ku di hilbijartina 30'ê adarê de gelê Dêrîkê ji sedî 86 dengê xwe da wan û vîna xwe bi hêz nîşlan dan.
KOCAELÎ
Namzetê HDP'ê yê Kocaelî Alî Haydar Konca jî li Belsa Plaza Carpella bi rojnamegeran re hatin cem hev. Konca diyar kir ku ligel kaos û komkujiyên AKP pêk tîne HDP bi israr dê bêje aştî. Konca pişt re Komeleya Hîndekarên Bilind a Kocaeliyê ziyaret kir.
RIHA
Nazmetên HDP'ê yên Rihayê Ferîdun Yazar li navenda bajar esnaf ziyaret kirin. Namzetê din Îbrahîm Ovabeylî li navçeya Serêkaniya bi gel re hat cem hev, Osman Baydemîr jî li heman navçeyê xebatên hilbjartinê pêk anîn. Di çarçoveya ziyaretan de Ovabeylî û Baydemîr bi esnafan re hatin cem hev. Leyla Gunve jî li navçeya Karakopruyê esnaf ziyaret kirin. Dîlek Ocalan jî li navçeya Wêranşarê bi gel re hat cem hev û deng xwestin. Îbrahîm Ayhan jî li navçeya Eyyubiye esnaf ziyaret kirin. Yusuf Yetîm jî li navçeya Halîliyeyê Nexweşxaneya Zanîngeha Harranê ziyaret kir û guhdariya pirsgirêkên welatiyan kir.
Hevseroka Giştî ya DBP'ê Emîne Ayna û Hevseroka Rêxistina HDP'ê ya Rihayê Sevda Çelîk Ozbîngol jî li navçeya Sêwerekê xebatên hilbjartinê meşandin. Namzetê din ê Rihayê Yusuf Geçgel jî li taxên Dutluca, Tahlîkan, Bozok, Kunefirk û Axweran ziyaret kirin.
(bd)