Jin amadekariya zivistanê dikin
SEMSÛR (DÎHA) – Berî zivistan dest pê bike, jinên li Kolîka Semsûrê dijîn dest bi amadehiyên zivistanê kirin. Welatiya 63 salî Leyla Arslan anî ziman ku her sal ava firengiyan ji bo zivistanê çedikin û wiha got: “Ava firengiyan a em bi desta çedikin ji ya hazir xweştirê û ji aliye tenduristiye ve jî baştir e.”
Li gundê Bersomika ya Kolika Semsûrê welatî ji niha de amadekariyên zivistanê dikin. Jinê ku li gundan dijîn bi keda xwe pewistiye xwe yên salê amade dikin. Jina 63 salî Leyla Arslan ji bo zexîreyên zivistanê ji basêqê bigire heta ava firengiyan, hemû erzaq û zexîreyên xwe bi xwe çêdike. Arslan di firengên ku baharê li baxcê xwe çandiye kom dike. Pişti komkirinê di ava keliyayî de diqeşêre, hûr dike û di nava avê de dikelîne. Piştî kelandina zêde dibe ava dîr. Pişt re ava firengan li safokê dixe û li ser sêniyan radixe. Bi rojan van sêniyan li ser baniyan li ber tavê dihêle. Piştî li sere bên li ber tavê keliya wan dixin kupa da û ji bo zivistanê radikin.
‘Ava firengan a bi destan ji bo tenduristiye başê’
Dayika 8 zarokan Arslan, anî ziman ku her sal ava firengiyan çê dike û tama vê avê pir xweşe. Arslan, da zanîn ku ava xalî ye û xwezayî ye. Arslan derbirî ku bere hema hema hemû malbatan av çedikir û wiha axivî: “Ava firengehan a em çedikin ji ya hazir xweştir e. Ji ber vê yekê jî em her sal ji xwe re avê çêdikin. Ji aliye tendurîstiyê vê ava firengan ji ya hazir baştir û xweştir e. "
(sde-hyt/mae)