'Em destûr nadin ku heviya me ya aştiyê li Îmraliyê bigirin'
EDENE (DÎHA) - Hevseroka Giştî ya HDP'ê Figen Yuksekdag, di çarçoveya xebatên hilbijartina 1'ê Mijdarê de li navçeya Yuregîrê ya Edeneyê ji aliyê hezaran kesan ve hat pêşwazîkirin. Yuksekdag, anî ziman ku ew dê di 1'ê mijdarê de bi hevre dawî li perçekirinê bînin û destûr nadin ku heviya Aştiyê li Îmraliyê bê girtin.
Hevseroka Giştîya HDP'ê Fîgen Yuksekdag, di çarçoveya xebatên hilbijartina 1'ê mijdarê de bi pêşengên elewî yên li Edeneyê re hat cem hev. Yuksekdag, piştre li taxa 19 Mayisê ya Yuregîra Edeneyê ji aliyê hezaran kesaan ve hat pêşwazîkirin. Bi hazaran kesan bi siloganên "Bijî Serok Apo" û "Bizler HDP bizler Meclis" Yuksekdag pêşwazî kir. Yuksekdag, anî ziman ku gel di 7'ê Hezîranê de bersîv da zaliman, lê şerxwaz bi vê yekê nehatin ser û şer dan destpêkirin. Yuksekdag, da zanin ku ew dê di 1'ê Mijdarê de dîsa bersîvek xurt bidin şerxwazan û wiha got: "Gelê de dê di 1'ê Mijdarê de dersa demokrasiyê bide şerxwazan. Gel di 7'ê Hezîranê de 80 wekîl şandin Meclîsê. Lê li vî welatî vîna meclîsê tune ye. Serokwezîr Ahmet Davutoglu, dibêje 'Pêwist be em dê zarokên xwe veda bikin' Lê em tu carî naxwazin tu zindî jiyana xwe ji dest bidin. Em destûr nadin ku ew heviya aştiyê li Îmraliyê dîl bidin girtin. KCK'ê biryara bê çalakiyê da. Li navenda Enqereyê 102 welatî qetil kirin û bersîv dan biryara KCK'ê. Yên ku ewlehiya Tirkiye dixe talûkeyê hikûmeta AKP'ê û Saray e. Em dê hemû bi hevre di 1'ê mijdarê de rê li pêşiya perçekirê bigirin. Em destûr nadin ku vîn û hêza aştiyê ya li Îmraliyê dîl hatiye girtin bê girtin. "
Yuksekdag, piştî mîtînga li taxa 19'ê Gulanê buroya hilbijartinê ya HDP'ê vekir.
Yuksekdag, piştre beşdarî bernameya HDP'ê ya li navçeya Çukurovayê bû.
(mae)