DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Çand û Huner

Wêneyên ji Kobanê heta Şengal û Êrîvanê tên pêşandan

 
18 Cotmeh
11:37 2015

AMED (DÎHA) - 3'yemîn Rojên Wêneyan ên Amedê ku ev 3 roje tên pêşandan, bi giştî 320 wêneyên gelek wêneyên balkêş ên ku ji Kobanê heta Êrîvanê, ji Şengalê heta kolanên Amedê hatine kişandin derdikevin pêşberî hunerhezan.

Li Amedê ku 3'emîn Rojên Wêneyan ên Amedê ku îro di roja 3'emîn de bi dawî dibe, wêneyên ku ji hêla wênekêşvanên ji Kurdistan, Tirkiye û welatên derve jî hatine kişandin, li Hola Resepsiyona Sumerpark û Hola Pêşengeha Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û Hola Pêşandanê ya Burhan Karadenîz a Şaredariya Bajarê Mezin hatin pêşkêşkirin. Di pêşengeha wêneyan de nêzî 320 wêneyên ku li geleke deverên cuda, ji aliyê gelek wêneger ve hatine kişandin tên pêşandan. Di nav kesên ku wêneyên wan li pêşangehê tên pêşkêşkirin ji Kurdistan, Tirkiye, Brezîlya, Amerîka û Ermenistan jî wêneger hene.

'Jina ermenî ya Steva'

Wênegera Êrîvanê ya Ermenistanê Anush Babajanîan jî bi wêneyên xwe yên bi navê kompozîsyona İndlansihc (Jinên bi tarza xwe cuda ên li heman axê dijîn) tevlî pêşangehê bû. Babajanîan di kompozîsyona xwe de xwestiye ku bi kesên li wêneyên wê binêrin wê ramana li ser heman axê de hemû mirov bi rengên xwe dikarin bijîn bide çêkirin. Babajanîan der barê wêneyek kompozîsyona xwe de wiha got: "Ji jinên ku min wêneyên wan kişandine jina bi navê Steva jineke ermenî ye. Steva her dem li ser kolana Domîdas a bajarê Êrîvanê disekine û ji aliyê hemî kesên li Ermenistanê tê naskirin. Naskirina wê hîn bêhtir bi rengên cilên xwe yên ku li xwe dike di hişê mirovan de dimîne. Min ewil ew di sala 2008'an de nas kir. Min ji dur ve wê gelek caran şopand. Piştre min çend caran xwest ku ez wêneyê wê bigirim nehişt. Piştre naskirina me bi pêş ket û di sala 2013'an de hişt ku ez wêneyê wê bigirim. Min wêneyê wê xist nava projeya xwe."

'Qêrînek ji Kobanê'

Yek ji wênegerên ku tevlî pêşengehê bûye Kadîr Kurt e. Kurt endamê ajanseke wêneyan e. Kurt bi wêneyên şer û pevçûnên ku li Kobanê, sînorê Kobanê û welatiyên ku ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ'ê reviyane ji xwe re kiriye mijar û bi kompozîsyona 'Sînor-rewş' tevlî pêşengehê bûye. Kurt bi armanca hovîtiya ku li Kobanê hatiye jiyandin bide nasîn tevlî pêşengehê bûye. Kurt di derheqê wêneyên ku kişandiye de ev tişt anî ziman: "Yek ji wêneyên min wêneyê zilamekî ku nû ji sînor derbas bûye û hawar dike. Di vî wêneyê de qêrîna li paş sînor xwe bi qêrîna vî mirovî dide der. Wêneyekî din li nava Kobanê hatiye kişandin. Di wêne de çenteyekî ku tê de firax hatine bicihkirin heye. Di wêne de tê xuyakirin ku kesê xwediyê çente ye ji bo ku ruhê xwe xelas bike çente li wir hiştiye û çente jî rastî êrîşa çeteyan maye. Me xwest bi van wêneyan em bibin dengê Kobanê."

Pêşengeha wêneyan dê ku îro bi dawî dibe dê di seat 13.00'an de li Hola Pêşangehê ya Burhan Karadenîz a Şaredariya Bajarê Mezin, bê pêşandan.

(ua-mc/ea/wk)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN