DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Rojeva Hilbijartinê

Zana: Gel di 1'ê mijdarê de jî bersiva xwe bide

 
16 Cotmeh
15:28 2015

NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Ligel ku ji hilbijartina 1'ê mijdarê re demek kurt maye xebatên HDP'ê yên hilbijartinê li Kurdistan û Tirkiyeyê bênavber didomin. Parlamentera HDP'ê ya Agiriyê Leyla Zana bi welatiyên Agiriyê yên li Îzmîrê dijîn re hat cem hev û got ku gel di 1'ê mijdarê de jî bersiva xwe bide.

Di çarçoveya xebatên hilbijartinê de Parlamentera HDP'ê ya Agiriyê Leyla Zana bi namzetên HDP'ê yên Îzmîrê Gulîstan Kiliç Koçyîgît û Semra Uzunok re çûn serdana saziyên sivîl û gel. Leyla Zana di serdana Komeleya Agiriyan a li Asarlika Menemenê de axivî. Zana got ku gel di 7'ê hezîranê de hurmet nîşanî hev dan û encamek derxist holê. Zana got ku ev vîna gel ji nedîtî ve hatin û wiha axivî: "Gel di 1'ê mijdarê de jî bersiva xwe bide."

Zana dawiyê çûn serdana Komeleya Alîkarî û Hevkariya Çandî ya Agiriyan a Narlidereyê. Zana û namzetên HDP'ê ji hêla rêveberên komeleyê ve hatin pêşwazîkirin. Zana li wir jî axaftinek kir. Zana bilêv kir ku ew ê wekî 7'ê hezîranê di 1'ê mijdarê de jî bi ser bikevin û ev tişt anî ziman: "Em di 7'ê hezîranê de bi ser ketin, vê serkeftinê di 1'ê mijdarê de jî em ê bi dest bixin. Ji ber ku rêya bikaranîna demokrasiyê yek jê sindoq in. Bila her kes biçin ser sindoqan û dengê xwe bi kar bîne. Divê bi xwe re ne 2 kesan 10 kesan bibe."

Namzeta HDP'ê ya Îzmîrê Derya Oz jî li çu serdana komeleyên Dêrsimiyan û Agiriyan ên li taxa Aktepe ya navçeya Gazîemîrê û konê sersaxiyê ya taxa Bînbaşi Reşat Bey.

Namzetên HDP'ê yên Îzmîrê Nazli Masatçi û Nevzat Alkan jî bi xwendekarên Fakulteya Hunera Delaliyê ya Zanîngeha Dokuz Eylulê re hatin cem hev. Namzetan piştgirî dan xwendekarên ji bo şermezarkirina dersan boykot dikin. Namzet Masatçi di heman demê de şanoger e, hunera xwe pêşkêşî xwendekaran kir.


MÊRDÎN

Namzetên HDP'ê yên Mêrdînê Erol Guler û Erol Dora bi rêveberên HDP'ê re çûn serdana esnafên li ser Rêya 1'emîn a navçeya Artukluyê ne. Namzetên HDP'ê ji bo aştî û demokrasiyê xwestin dengê xwe bidin HDP'ê û got ku di vê hilbijartinê de jî aştî û demokrasî bi ser bikeve.

AMED

Namzetên HDP'ê yên Amedê Nursel Aydogan û Nîmetullah Erdogmuş jî çûn serdana esnafên navçeya Çinarê. Esnafên navçeyê ji ber dijwarbûna pevçûnan û komkujiya Enqereyê xemgîniya xwe anîn ziman. Esnafan diyar kir ku ew berpirsyarê pevçûn û komkujiyê Serokomar Erdogan û AKP'ê dibînin.

Namzetên HDP'ê yên Amedê Altan Tan û Nesrîn Şanli jî çûn serdana esnafên Erxeniyê. Namzetên HDP'ê Altan û Şanli ji ber avahiya HDP'ê dest bi serdana esnafan kirin û li gelek esnaf^ne navçeyê geriyan. Esnafan eleqeyek mezin nîşanî namzetên HDP'ê dan.

Bernameya namzetan bi serdana sersaxiyê berdewam kir.

MELETÎ

Namzetê HDP'ê yê Meletiyê Aydin Erdogan jî di çarçoveya xebatên hilbijartinê de çû serdana welatiyên Dagonşehîrê. Namzet Erdogan li taxên Kurucuova, Surgu û Hudutê bi gel re hat cem hev û daxwazên wan guhdar kir.

SÊRT

Parlamenterê HDP'ê yê Sêrtê Kadrî Yildirin û namzetên HDP'ê Besîme Konca, Fatîh Dalgali bi Hevşaredar Tuncer Bakirhan û rêveberên HDP'ê re çûn serdana esnafan. Esnafan eleqeyeke mezin nîşanî namzetan dan û piştgiriya xwe ya bi HDP'ê re anîn ziman.

(wk)



Sernavên din

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN