Bi hezaran karker û kedkar ku li Stenbolê ketin grevê hilberînê dan rawestandin
STENBOL (DÎHA) -Di çarçoveya çalakiya greva 2 rojan de, li Stenbolê memûr, karker û kedkar hêza xwe bi kar anîn û hilberînê dan rawestandin, xwendekar û hindekar jî dibistanan boykot kirin û gotin qatîl kîne tê zanîn ji bo jiyan bê rawestandin bang li her kesî hat kirin ku bikevin grevê.
DÎSK, KESK, TMMOB Û TTB piştî komkujiya Enqereyê ku 2 rojan çalakiya grevê dan destpêkrin, li Stenbolê piştgiriyek mezin ji vê biryarê re hat dayîn, doktor, kedkarên tendûristiyê, mamoste, xwendekar û karker jiyanê rawestandin.
Di qetlîamê de ku mamoste Şîrîn Kiliçalp jiyana xwe ji dest da, xwendekar, mamoste dibistanê boykot kirin û li ber Dibistana Haci Ethem Uktem hat bibîranîn. Her wiha li Kuçukçekmeceyê jî dibistan hatin boykotkirin û qetlîam bi meşê hat şermezarkirin.
Öğrenciler dersleri boykot etti
Karker hilberînê dan rawestandin
Sendîkaya Kar a Metal ku girêdayê DÎSK'ê ye di fabrîkayên ku dixebitin de kar dan rawestandin û komkujiyê şermezar kirin. Odeya Eczaciyan a Stenbolê dolabên xwe yên dermanê rej kirin û komkujiyê şermezar kirin.
Kedkarên çapemeniyê rojnameger Tayfun Benol ku jiyana xwe ji dest da bi bîr anîn
Sendîkaya Rojnamegerên Tirkiyeyê jî bi daxuyaniyek çapemeniyê qetlîama ku li Enqereyê pêk hat şermezar kirin û midûrê nivisê yê Rojnameya Polîtîk Kemal Tayfun Benol ku jiyana xwe ji des dabû bi bîr anîn û gotin dê ji bo aştî û jiyanê bi awayekî israr têkoşîna xwe berdewam bikin.
Kedkarên tendûristiyê dest ji kar berdan
Kedkarên tendûristiyê yên DÎSK, KESK Û TTB ji bo yên ku di qetlîamê heta hatine kuştin bi bîr bînin û komkujiyê şermezar bikin daxuyaniyek dan çapemeniyê û di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ew du rojan dest ji kar berdidin û kujeran şermezar kirin.
(aw/bd)