Demîrtaş esnafên hala Stenbolê ziyaret kirin
STENBOL (DÎHA) - Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş esnafên Hala Fêkî û Sebze ya Bayrampaşa ziyaret kirin û bi esnafan re taştê kir. Demîrtaş balkişand ser pêvajoya pevçûnan û wiha got: "Berî her tiştî hedefa me aştî ye. Heya aştî nebe hilberîn û çandî çênabe."
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş di çarçoveya xebatên hilbjartinê de Komeleya Bazirgan û Komîsyonvanên Fêkî û Sebze ya Stenbolê (ÎMESKOM), Komeleya Komîsyonvanên Bostan, Sebeze û Fêkiyê Şil a Stenbolê (ÎSMEYDER) û esnafên hala Bayrampaşa ziyaret kirin. Parlementerên HDP'ê Sezaî Temellî û Celal Dogan jî tevlî gerê bûn û Demîrtaş û heyeta pê re guhdariya pirsgirêkên esnaf û welatiyan kir.
'Heke hûn hilberînerê biçûk bikujin wê demê hûn çanda welat xilas dikin'
Demîrtaş di gerê da axivî û wiha got: "Dewlet dibêje divê karkerê biçûk, esnafê biçûk û çotkarên hin zeviyên wî heyî xilas bibin. Dibêjin ji ber ku 'hejmara wan gelek in, kontrolkirina wan zor e, em buhayê wan nikarin kontrol bikin, ji ber wê em dê wan xilas bikin bila ew jî bên Stenbolê weke hêza kar a erzan bixebitin'" Demîrtaş anî ziman ku ev pêkanînên şaş dê bibe sedema facîayan û wiha axivî: "Pirsgirêk tenê a firengî, xiyar nîn e ya çandê ye. Heke hûn hilberînerê biçûk bikujî wê demê li welat hûnê çandê, helbest û romanê jî xilas bikin."
'Em ji Kanadayê nîskê dikirin'
Demîrtaş da zanîn ku Tirkiye xwedî qada çandîniyê ya têra xwe bike heye û wiha axivî: "Li dibistana seretayî ji me re digotin 'ji heval welatên qada çandîniyê tê rê dike yek jî Tirkiyeye. Herêm depoya nîskê ya cîhanê ye' lê îro em ji Kanadayê nîskê dikirin." Demîrtaş balkişand ser pêvajoya şer û wiha got: "Berî her tiştî hedefa me aştî ye. Heke aştî pêk neyê hilberîn û çandin jî çênabe."
Piştî Demîrtaş axaftina xwe bi dawî kir bi esnafan re taştê kir. Demîrtaş pişt re ji halê veqetiya.
(bd)