DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Çand û Huner

NÇM bi şîara "Bi HDP'ê re ji jiyana nû re silav' konserê li dar dixe

 
29 Îlon
11:02 2015

STENBOL (DİHA) - NÇM û HDP di 11'ê cotmehê de bi şîara "Bi HDP'ê re silav ji jiyana nû re" li Bazara Gel a Bakirkoyê ya Stenbolê konserê li dar dixe. Hunermendê NÇM'ê Genin Îldan diyar kir ku armanca konserê di aliyê aboriyê de alîkariyê bidin xebatên hilbijartinê û ev tişt anî ziman: "Ji bo înşakirina civakî tu jî tuxleyekê lê zêde bike."

Navenda Çandê ya Mezopotamya (NÇM) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji bo piştgiriya aborî bide xebatên hilbijartinê ya HDP'ê roja 11'ê cotmehê bi şîara "Bi HDP'ê re silav ji jiyana nû re" li Bazara Gel a Bakirkoyê ya Stenbolê konserê pêk bîne. Ji bilî hunermendên wekî Bajar, Sema Morîtz, Golgedekiler, Servet Kocakaya, Vomank, Ozlem Gerçek û Merîh Aşkin, hunermendên NÇM'ê Rojda, Çiya Şenses (Koma Gulên Xerzan), Zelal Gokçe, Serhat Kural, Ruken Yılmaz, Ciwan Adar, Meral Tekçî, Weysî, Hîvda Gokel, Mervan Tan, Nurcan Degîrmencî, Genim (Koma Çiya), Serhat Kaplan, Nurhak Kilagoz, Ferît Elalmiş, hunermendên Navenda Çandê ya MED'ê Zînê Koçber û Deniz Esmer û hunermendê Navenda Çandê ya Arzela Veysel Ciwan konser bê dayîn. Hevserokên HDP'ê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yukeskdag tevlî konserê bibin.

Hunermendê NÇM'ê Koma Çiya Genim Îldan diyar kir ku ji piştgiriya aboriyê bidin HDP'ê û moralê bidin gelên Tirkiyeyê konserek bi vî rengî amade kirine. Îldan anî ziman ku ew ê hewl bidin ku hêviya azadiyê ya gelan geş bikin û wiha axivî: "Gelên li ser vê xakê dijîn wekî coşa muzîkê ne. Di vê konserê de reng û dengê hemû gelan dê bên cem hev."

Îldan anî ziman ku ji bo moraleke mezin bidin gel di vê konserê de li benda 70 û 100 hezar welatiyan e û wiha pê de çû: "Ji niha de ev konser di nava gel de rê li ber coşeke mezin vekiriye. Em vê konserê bi HDP'ê re bi awayekî hevpar pêk tînin. Ji bo di înşakirina civakî tuxleyeke te jî hebe û vê yekê nîşanî her kesî bidin me ev konser amade kiriye."

Îldan bang li hemû gelan kir ku di bin banê HDP'ê de bên cem hev û ji bo vê yekê nîşanî her kesî bidin di 11'ê cotmehê de li Bazara Gel a Bakirkoyê tevlî konsera "Bi HDP'ê re silav ji jiyana nû re" bibin.

Bilêtên konserê li avahiyên NÇM, MED, Arzela, Çanda Golge, BEKSAV û hemû rêxistinên HDP yên navçeyên Stenbolê dikarin peyde bikin.

(wk)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN