DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Çand û Huner

‘Em li welatên koran eynikan difiroşin!’

 
27 Îlon
09:02 2015

STENBOL (DÎHA) - 9’emîn Mîhrîcana Sahafan li Tepebaşî bi xwendekarên pirtûkan re tên cem hev. Li Tirkiyeya ku radeya xwendinê pir kêm e sahaf bi gotina “li welatê koran em eynikan difiroşin” rewşe pênase dikin.

Li Tepebaşiya Beyoglu ya Stenbolê 9’emîn Mîhrîcana Sahafan tê lidarxistin. Li mihricanê gelek pirtûk tên pêşandan. Lê eleqeya li hemberî mîhrîcanê li gorî mîhrîcanên ding elekî kêm e. Xwendekarên tên mîhrîcanê jî ji ber ku ji pîrtûkfiroşên din nikarin pirtûkan bibîni li vir dibînin û jibo vê yekê ten mîhrîcanê. Mîhrîcana ku di 17’ê îlonê de dest pê kir dê heta 1’ê cotmehê bidome.

‘Sahafen ciwan nagihên’

Xwediyê Pîrtûkxaneya Kîbrîtê Alî Bag çanda sahafan bi gotina “Divê hûn zimanê osmanîbizanibin, nivîsa destan bizanibin zimanê gelên ku tê gotin kêmar bizanibin. Bi zimanê ermenan, rum, farisî derdikeve. Divê hûn van zimanan bizanibin. Heke zimanan nizanibin nikarin bibin sahaf” pênase kir. Bag got ku li Tirkiyeya îro de ji bo sahafan meraq tuneye ji ber vê yekê jî sahafan ciwan nagihijin sedema vê yekê jî pêşketina teknoyojiyê ye, bandora çanda mezexê jî heye.

Xwendevanê bi navê Îlhan Tekînalp bilêv kir ku hemû pirtûkan dikarin li safahan bibînin û wiha got: “Mîhrîcana pirtûkan pir baş e, pirtûkên baş hene. Em hemû pirtûkên ku dixwazin dibînin. Jibo xwandinê bielimin jî ciheke baş e ez ji bo hemû kesan pêşniyar dikim.” Tekînalp da zanîn ku pirtûkên ji sahafan tên kirîn notên ji xwendekarên berê hatine girtin in û jiyaneke ji wan maye ye.

Bandora çanda populer

Xebatkara Pamî Sahafê Ayla Uçar jî daxwazên xwendekaran a ji bo pirtûkan rexne kir û wiha got: “Çanda populer, reklamên li bîllboardan, reklamên televîzyonan, wêneyên pirtûkan ên di destên navdaran de, mirov bi taybetî li ser vê yekê tên pirtûkan dixwazin.” Uçar da zanîn ku mirov ji kirîna pirtûkan ditirsin.

Alîkarê Komeleya Yekîtiya Sahafan Tolga Gurocak jî wiha got: “Li Tirkiyeyê yekem mîhrîcana serbixwe ya sahafan li virt ê vekirin. Em vê yekê bi israr didomînin.” Gurocak xwendevanên Tirkiyeyê jî rexne kir û weha axivî: “Em wekî kul i welatê koran eynikê difiroşin. Ango li welat di warê pêdiviya pirtûkan di rêza 272’yemîn de ye. Lê ligel vê yekê jî em bi pîşeya xwe ve li ber xwe didin, dixwazin sahafiyê zindî bigirin.”

(sa)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN