Nîjadperestiya şer bandorê li ser qurbanan jî kir
RIHA (DÎHA) - Şerê Qesrê û AKP'ê ên li ser kurdan pêk tê bandorê li ser sewalkariya li ber ber deriyê rojavayê Tirkiyeyê kir. Sewalfiroşên kurd ji tirsa êrîşên nîjadperestan naçin bajarên rojava û sewalên wan di destên wan de dimînin.
Ji bo Cejna Qurbanê welatiyên Rihayê roja erîfê berê xwe dan mazatê. Lê hem welatî hem jî sewalfiroş ji rewşa xwe nerazîne. Mazata li navçeya Eyyubiyeyê ya Yenîceyê ji ber ku bazar ne zindî ye wan kêfxweş nake. Sewalên bi çûk di navbera 450-500 tên firotin, sewalên mezin wek ga, cêleg, cange û hêstir buhayê wan tên guhertin û kesên xîzan nikarin bikirin. Herî zêde jî bandora neyînî ya li ser sewalfiroşan li bajarên rojavayê Tirkiyeyê ji ber nîjadperestan bandorê li ser wan dike. Sewalfiroşan anîn ziman ku berê diçûn her derên Tirkiyeyê lê ji ber ku êrîşên nîjajperestî îsal derneketine derve. Li Rihayê bûhayê beranekî ji 750 heta 1500 TL., berx ji 450 heta 600 TL., Mîh ji 450 heta 1000 TL. hêştir 12 hezar TL.'yî tên firotin. Welatiyan bi lêv kirin ku di 13 salên desthilatdariya AKP'ê de bi sewalkariyê hatine asta îflasê. Her wiha sewalfiroşan gazinçên xwe anîn ziman ku alîkariya ji bo sewalan tên dayîn salekê şûn ve didin wan.
'Min sewalên xwe ji zozanan aniye lê nayê firotin'
Sewalfiroşê bi navê Mehmet Aybuga ê ji Îdîrê hatiye Rihayê da zanîn ku firotina qurbanan tiştên ku jê hêvî dikirin nîne û hikûmeta AKP'ê welatiyên sewalkariyê dikin aniye ber îflasê. Aybuga destnîşan kir ku ceh, êm û ka bûhabûye û wiha got: "Ez ji Îdîrê hatime heta vir, lê tiştên min hêvî dikir tuneye. Mesrefa sewalan jî pir zêdeye. Dewlet ji dêlva alîkariyê bidin me, pêşiya me digirin. Min sewalên xwe ji zozanan aniyê. Lê dîsa jî nayên firotin. buhayê mîh ji 450'î dest pê dike û heta 1000 TL'yî ye., Beran ji 750 TL heta 1500 TL'yî ye., Berx jî ji 450 TL heta 600'î TL 'yî ye. Ger Bi vî awayî berdewam bike dê ez ê nikaribim mesrefên xwe jî pêşwazî bikim."
'Polîtîkayên AKP'ê yên şer bandora newînî li ser sewalfiroşiyê dike.
Kiryarê bi navê Şeyhmûs Çîmen jî diyar kir ku sewalkarî ji her alî derb xwariye û derba herî mezin ji ber desthilatdariya AKP'ê xwariye. Çîmen got ku ên sewalkarîyê dikin li ber îflasêre û wiha axîvî: "Li Rojhilata Navîn welatî ji sedî 90 debara xwe bi sewalkariyê dikin. Bi şerê AKP'ê yê qirêj sewalkarî hatiye ber asta tunebûnê. Li aliyê rojavayê Tirkiyeyê nîjadperestan êrîşî kurdan dikin. Ji ber vê yekê nikarin biçin derve. Tu li aliyê Kurdîstanê jî dinerî li her derê qedexekirina herema hene. Deşt û zozan jî neman e. Her der bûye herêma leşkerî. Ez niha nikarim beranekî bikirim. Li li Tirkiyeyê qeyrana aborî heye. Aboriya Tirkiyeyê ber bi nebaşiyê ve diçe. Ji ber ku hem welatî hem jî sewalkarî kuştin. Li vî welatî sewalkarî hatiye asta dawîbûnê. Gel nikare goşt bibe mala xwe. Ma wê çawa bên ji bo Cejna Qurbanê ji xwe re qurbanê bikirin? Dewlet dibêje em alîkariyê didin gel lê heta niha min tu alîkariya wan nedîtiye. Tenê dema hilbijartinê tên xwe nîşanê gel didin."
'Kes hêstira nakerin'
Welatiyê bi navê Îbrahîm Kombuoglu ên hêstira difroşe jî diyar kir ku hêstiran bi îxaleyan digirin û wiha got: "Nêzî 30 hêstirên min hene. Min wan bi îhaleyê girt û ji bo Cejna Qurbanê wan anîn mazatê. Lê heta niha min hêj nefirotiye. Gelemperî ez wan li ser înternetê difroşim. Li aliyê turîzmê hîn baştir tê firotin. Goştên hêstiran xweşê, lê mixabin heta niha kiryar nehatiye."
(ao-msd/go)