DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Çand û Huner

Hunera wan ji bo zarokan e

 
21 Îlon
09:29 2015

STENBOL (DÎHA) - Navenda Çanda Mezopotama ya Stenbolê (NÇM) dest bi qeydên xwe yên îsal kirin. Qeyd dê heta 20 cotmehê bidome. Xebatkarê NÇM'ê Ferît Elalmiş, şerê bi destê AKP'ê li Kurdîstanê tê meşandin şermezar kir û wiha got: "Em ê bi stran, muzîk û bi hûnera xwe li hemberî van polîtîkayên qirêj li berxwe bidin. Em ê ji bo zorakên li Kurdîstanê tên qetilkirin hûnera xwe bikin."

Navenda Çanda Mezopotamaya ya Stenbolê (NÇM) ku di sala 1991'an de hate avakirin, ji wê demê heya niha ji bo çand û muzîka kurdî li cihane bide nasîn xebatan dimeşîne. NÇM'ê wekî her sal îsa jî dest bi qeydê kursan kir. Qeydên ku di 10'ê Îlonê de dest pê kir dê heta 20 Cotmehê bidomin. Yê ku bixwaze dikare qeyda xwe wek dersên şano, erbane, tembûr, gîtar, folklor, keman, raksa modern û hwd bike. Xebatkarê NÇM'ê Ferît Elalmiş diyarkir ku îsal ji ber rewşa şerê li Kurdîstanê huner çekirin zahmete lê ew ê xebetên xwe yê îsal wek hemû sala berdewam bikin.

'Navê wan dê di stranên me de bijî'

Elalmış anî ziman ku ew dixwazin di rewşeke azad de hunera xwe çebikin û wiha got: "Em dixwazin bi enstruman û stranên xwe derkevin nava gel. Lê mixabin vê yekê ji bo me zêde dibînin. Hevalên ku dixwazin werin dersan jî ketine bin bandora şer. Wicdanê wan jî ne rehete." Elalmiş, der barê zarok û gelê li Cizre hatin qetilkirin jî nerînên xwe anîn ziman û wiha axivî: "Li Kurdîstanê zarokên ku hêj nû çavên xwe vekirine hatin qetilkirin. Li ber çavên me ev çedibîn. Ji ber vê jî ji dilê me nayê ku em hunere bikin. Lê em ê ji bo zarok, ciwan û kesên li Kurdîstanê hatin qetilkirin stranê xwe bêjin û em dê navên wan di stranê xwe de bidin jiyandin. Li ser navên wan em ê hunera xwe bidomînin û bigihinin cihanê hemûyî." Elalmiş derbirî ku ew qetlîam û şerê li Kurdîstanê tê jiyandin teqez qebûl nakin û ev tişt li gotinên xwe zêde kir: "Em van qetlîaman şermezar dikin. Bila bilez şer bê sekinandin. Em dixwazin azad herin Kurdîstanê û di nav gel de hûnera xwe bikin."

(sde/mae)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN