DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Jîngeha Kedê

Heyeta sendîkavanan diçe Cizîrê

6 Îlon
15:18 2015

AMED (DÎHA) - Heyeta ku ji aliyê DÎSK û Sendîkaya Genel Îş a girêdayî sendîkayê ve hate avakirin dê sibehê biçe navçeya Cizîrê.

Heyeta ku ji aliyê DÎSK û Sendîkaya Genel Îş a girêdayî sendîkayê ve hate avakirin dê sibehê biçe navçeya Cizîrê ya Şirnexê ku polîs û tîmên taybet li dijî gel êrîş pêk anîn û gelek kesan jiyana xwe ji dest dan. Têkîldarî mijarê daxuyaniya ku nivîskî hate dayîn û hate gotin ku nûnerên ji Trakya, Ege, Marmara, Deryareş, Deryaspî û Anatolyaya Navîn ên Herêman a DÎSK'ê û serokê şaxên Sendîkaya Gelen Îş'ê heyeta ji 35 kesan pêk tê sibehê biçin Cizîrê. Heyet dê li navçeyê lêkolîn pêk bîne û banga bêçalakîbûnê bikin.

Endamên heyetê dê sibehê li ber Sendîkaya Genel Îş'ê ya Amedê piştî daxuyaniyê bidin dê ber bi Cizîrê ve derkevin rê.

(sa)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN