DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Çand û Huner

Ligel sirgûn û îşkenceyê dest ji staranan berneda

 
3 Îlon
09:05 2015

NAZIM DAŞTAN

EFRÎN (DÎHA)
- Kurê hunermendê kurd ê Rojavayî Cemîl Horo diyar kir ku bavê jî ji ber staranên digotin ji Suriyeyê sirgûnî Tirkiyeyê hat kirin û pişt re ji wir jî sirgûnî Başûrê Kurdistanê hatin kirin. Horo anî ziman ku bavê wî bi Eyşe Şan, Arîf Sax û Kemal Urgun re derket ser dikê û stran gotin. Horo da zanîn ku bavê wî ji ber staranên gotin rastî îşkenceya rejîma Baasê û dewlet tirk hat.

Hunermendê kurd ê Rojavayî yê bi nav û deng Cemîl Horo di sala 1934'an de li gundê Serîncek ê navçeya Şera ya Kantona Efrînê hat dinê. Horo di temenekî biçûk de dest bi gotina stranên kurdî kir û ji ber hunermendekî kurd ê welaparêz bû gelek caran rastî îşkenceyên rejîma Baasê hatin û hat girtin. Horo ji ber zextan demekê li Tirkiyeyê jiya û ji wir jî çû Başurê Kurdistanê û pişt re careke din vegeriya Suriyeyê. Ji ber çûn û hatina wî ya Tirkiyeyê bi hunermend Neşat Ertaş, Eyşe Şan, Arîf Sag, Kemal Urgun û Nurî Sesîguzel re tîlîlî danîn. Kurê Horo Henîf Horo (49) derbarê bavê xwe de axivî.

Nasnameyekî wî ya siyasî hebû

Horo jî weke bavê xwe denbêjiyê dike û diyar kir ku ew 9 birane û bapîrê wî ji navçeya Besnî ya Semsûrê hat Kilisê pişt re derbasî Suriyeyê bûn. Horo anî ziman ku bavê xweî hej ji gel dikir û ji ber vê yekê di nava xebatên siyasî de cih girtin û ji ber xebatên kirin ji aliyê rejîma Baasê ve hat girtin û rastî îşkenceyan hat.

Ji Tirkiyeyê sirgûnî Başûrê Kurdistanê hat kirin

Horo da zanîn ku bavê wî di sala 1970'an de ji aliyê rejîma Baasê ve sirgûnî Tirkiyeyê hat kirin û bavê wî li wir jî ji xeta xwe ya siyasî berneda. Horo bilêv kir ku dewlet tirk tu rihetî neda bavê wî û ji ber bavê wî li ser Serhildana Şêx Saîd staran got ji wir sirgûnî Başûrê Kurdistanê hat kirin. Horo destnîşan kir ku ji ber bavê wî li ser Serhildana Şêx Saîd staran got nênîkên wî kişandin û îşkence lê kirin û bavê wî li Tirkiyeyê li Amed, Dîlok û Stenbolê ma. Horo derbirî kir ku bavê wî li Başûrê Kurdistanê jî salek û 6 meh ma û di sala 1973'an de piştî li Suriyeyê efuya giştî derket vegeriya Suriyeyê.

Bi Eyşe Şan, Arîf Sag û Kemal Urgun re derket ser dikê

Horo diyar kir ku piştî vegeriya Suriyeyê demekê li Helepê man û pişt re çûn navçeya Cîndêres a Efrînê bi cih bûn û bavê wî di sala 1989'an de li vir jiyana xwe ji dest da. Horo got ku berî bavê wî jiyana xwe ji dest bide ji wan re got, "Ez bi hesreta Kurdistanê diçim. Dema rojekê Kurdistan bê avakirin werin ser gora min bêjin 'bavê rabe Kurdistan hat avakirin' Bi wê hesretê jiyana xwe ji dest da. Dema dihat Tirkiyeyê bi Eyşe Şanê re hevdîtin dikir. Bi wê re staran digotin. Pişt re got wî bi Nurî Sesîguzel re têkîlî danîn. Bi Eyşe Şanê re staranên Qela Bazîdê, Lo Bawo û Memê Alan û gelek staranên din gotin. Di staranekê de Arîf Sag jî tembûrê lê dide. Klarnetê jî Bîlal Selman bikartîne û li cem wan hunermendekî din ê bi navê Kemal Urgun jî heye."

Têkîliya Cemîl Horo û Neşat Ertaş

Horo diyar kir ku bavê wî bi Neşat Ertaş re jî têkîlî danîn û dema li Helepê bûn tembûrvan Vahît Xelîl dem dem silavên Ertaş ji bavê wî re dianîn. Horo anî ziman ku bavê wî gelek staran gotin û ji Ertaş re şandin û wiha axivî: "Xelîl digot Neşat dem dem ji bavê min staran dixwastin. Di dema diha cem me salên 1985-86 bûn. Bavê min jî gelek staran gotin û bi qasetê ji wî re dişandin. Di hin staran de behsa wî dikir. Ev staranên ji wan re digotin bû. Niha dibêjin li Tirkiyeyê Neşat Ertaş staranên bavê min ji wî re şandin wergerkirine hene. Ez vê yekê nizanim."

(bd)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN