Kedkarên tendudistiyê li Licê ne
AMED (DÎHA) - Meclîsa Tenduristiyê ya KCD'ê, TTB, SES û Odeya Tabîban piştî ku li Licê lêkolîn kirin li baxçeyê nexweşxaneyê dest bi nobetê kirin.
Rêxistinên ku di nav de Meclîsa Tenduristiyê ya KCD'ê, TTB, SES û Odeya Tabîban jî hene piştî ku li Farqînê lêkolîn kirin û obeta aştiyê girtin, derbasî Licê bûn. Heyeta tenduristiyê ewil çûn serdana mertalên zindî yên li sêgoşeya Licê-Henê-Karazê û piştre jî derbasî navenda navçeyê bûn. Kedkarên tenduristiyê li Nexweşxaneya Dewletê ya Licê ya Weqfa Halîs Toprak ku polîsan terorek meşandibûn ji xebatkarên nexweşxaneyê agahî girtin. Piştre li ber nexweşxaneyê Seroka Giştî ya SES'ê Gonul Erden axivî û wiha got: "Xwezî me di 1'ê Îlonê de qala aştiyê bikira, Lê di 1'ê Îlonê de em qala qatlîamên ku li dijî mirovan pêk tên, şîdet û şer dikin. Xwezî me qala van tiştan nekira. Êdî em naxwazin van tiştan bijîn û biaxivin."
Erden bilêv kir ku AKP welat bi vî kaosê re dibe hilbijartinên pêşwext û ev tişt anî ziman: "Me wekî kedkarên tenduristiyê gotibû ku di hilbijartinên 7'ê hezîrenê de deng nedin wan. Em li vir carekek din dibêjin, kedkarên tenduristiyê di 1'ê Mijdarê de jî dê dengên xwe nedin te û îxtidara te serobino bikin."
Erden diyar kir AKP a bi qatlîama mirov û xwezayê kedkarên tenduristiyê jî tehdîd dike û wiha got: "Kedkarên tenduristiyê di bin zora çekan de xizmet dan. Hevalên me yên kedkar tên qetilkirin. Êdî em tehumulî mirinan nakin. Em ê têkoşîna xwe ya aştiyê bidomînin, em ê bi têkoşîna tenduristiyê ve têkoşîna aştiyê bidin."
Piştî daxuyaniyê heyet derbasê baxçeyê Nexweşxaneya Dewletê bû li vir dest bi nobetê kir. Heyet dê sibehê biçe navçeya Gimgima Mûşê.
(sa)