DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Jîngeha Kedê

Walîtiya Şirnexê îhaleyê dide kesê nêzî xwe

 
26 Tebax
16:42 2015

ŞIRNEX (DÎHA) - Karsazên Silopî li hemberî îhaleya Parqa TIR'an a Îdareya Taybet ku ji aliyê Walitiya Şirnex ve tê kirin bi gazinc in. Karsazê bi navê Cangir Bilin got; "Her ku îhale ji aliyê Dadgeha Daîreya 3'emîn a Şuraya Dewletê tê betalkirin Walîtiya Şirnex careke din îhale dike û dide heman kesî."

Walîtiya Şirnexê îhaleya Parqa TIR'an didê kesên nêzîkî xwe û ev nelirêtiya walîtiyê ji hêla karsazên Silopî ve hat şermezarkirin. Gelek xwediyên şîrketên ku dixwazin têkevin îhaleyê ji hêla vê komîsyonê ve tên astengkirin û li hemberî vê nelirêtiyê Şirnex bi gazinc in. Karsazên ku xwestin têkevin îhaleyê û xwesteka wan nehatiye qebûlkirin li ber Parqa TIR'an a Îdareya Taybet a Şirnex daxuyanî dan çapemeniyê. Esnafê bi navê Cangîr Bilin ku weke esnafekê xwestiye bikeve îhaleyê lê ji ber ku komîsyona îhaleyê vexwendname jê re neşandiye nekariye tevlî îhaleyê bibe bertek nîşanî nêzîkatiya Walitiya Şirnex da û got ku dema 2013'an îhale pêk hatiye wî jî serlêdan kiribû lê ji aliyê komîsyonê ve serlêdana wî nehatiye qebûlkirin.

'Îhaleyê tenê ji bo kesekî çêdikin'

Bilin da zanîn ku Walîtiya Şirnex her ku îhale çêdibe tenê hin kesan dawetî îhaleyê dike û ev tişt got: "Dema 2013'an îhale pêk hatî îhale tenê ji bo kesekî kirin. Dema me jî xwest em bikevin îhaleyê daxwaza me hat redkirin. Piştî ku me serî li dadgehê da îhale hat betalkirin. Piştî vê yekê careke din îhale pêk hat û dîsa îhale dan heman kesî lê ser vê yekê me cardin serî li dadgehê da û cara duyemîn îhale hat betalkirin."

Walitiya Şirnexê biryara dadgehê esas nagire

Bilin diyar kir ku rayedarên dewletê yên li Şirnexê biryara ku dadgeh dike esas nagirin û wiha pê de çû: "Ev cara 3'yemîn weke esnafekî ez jî ji bo îhaleyê serlêdan dikim lê dema em diçin Walîtiya Şirnexê dosyaya me nayê qebûlkirin. Beriya niha dadgehê îhale betal kir lê rayedarên dewletê vê yekê esas nagirin. Di îhaleya herî dawî de dîsa serlêdana min û hin kardarên din nehat qebûlkirin, dîsa dan Yusuf Bilin. Di îhaleya 24'ê texabê de birayê min Yusuf Bilin 400 hezar lîre daye û îhale stendiye. Ez ji vir dibêjim ez 850 hezar lîre didim vê îhaleyê."

Bilin destnîşan kir ku ew û xwediyê 7 şîrket din çûne Sekreteriya Walitiya Şirnexê lê dosyayên wan nehatin stendin û wiha domand: "Dema me xwest em dosyayên xwe bidin sekreteriyê gotin ji bilî Yusuf Bilin em dosyayên tu kesê din nagirin. Di komîsyona îhaleyê de 7 kes nehe ji van Endamên Meclîsa Giştî 3 kesên û wan kesan îhaleya herî dawî îmze nekirin. Ev her 3 kes dizanin ku ev îhale ne qanûnî ye ji ber vê yekê îmze nekirin."

'Rayedarên dewletê piştgiriyê tenê didin hin kesan'

Karsazê bi navê Medeni Tatar jî diyar kir ku yaredarên dewletê di îhaleyê de piştgiriyê didin hin kesan, neheqî li wan tê kirinê û axaftina xwe wiha domand; "Her ku em daxwaznameyên didin Îdareya Taybet û Walîtiya Şirnexê dosyayên me nayên qebûlkirin. Rayedarên dewletê tenê piştgiriyê didin hin kesan. Em dixwazin ev îhale li gor hiqûqê pêk were."

(no/wk)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN