DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Ciwan

Ji ciwanên sosyalîst piştgiriya parastina cewherî

 
17 Tebax
14:10 2015

AMED (DÎHA) - Yekitiya Ciwanên Sosyalîst ya Navneteweyî (IUSY) encamnameya Konferansa Rêbertiyê ya Akdenîzê ku li Amedê pêk hat aşkere kir. IUSY bang li raya giştî ya navnateweyî kir ku piştgiriya hewldanên parastina cewherî ya Kurdan bikin û pergala Rojava nas bikin. Her wiha daxwaz hat kirin ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan jî di nav de hemû girtiyên siyasî serbest werin berdan.

Yekitiya Ciwanên Sosyalîst ya Navneteweyî (IUSY) encamnameya Konferansa Rêbertiyê ya Akdenîz ya ku di 14-15'ê Tebaxê de li Amedê pêk hat aşkere kir. Di daxuyaniyê de hate diyar kirin dê piştgirî li têkoşîna gelê Kurd a azadiyê ya li her çar parçeyan were kirin. Di encamnameyê de hate gotin ku IUSY bi gelê Kurd re di nav hevgirtinê de ye û li hemberî fundamentalîzma herêmê jî piştgirî didin gelê Kurd. IUSY her wiha bang li raya giştî ya navneteweyî kir ku piştgirî bide parastina cewherî ya Kurdan a li hemberî çeteyên DAIŞê. Di encamnameyê de her wiha pirsgirêka Kurd jî cihê xwe girt û hat xwestin ku ji bo li Kurdistan û Tirkiyeyê aşitiyeke mayînde pêk were Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û hemû girtiyên siyasî demildest serbest werin berdan û di navbera her du aliyan de pêvajoyeke muzakereyê ya domdar were pêşxistin.

'YPJ ji hemû cîhanê re mînak e'

Di encamnameyê de hate gotin ku têkoşîna demokrasî û wekheviyê ya li Rojava û Kobanê ji bo hemû Rojhilata Navîn model e û ev hatin diyar kirin: "YPJ, ku tevgera azadiyê ya di pêşengiya jinan de ye, ji bo hemû sosyalîst û demokratan mînak e. Em bang li hikûmetan, saziyên navneteweyî û Yekitiya Ewropa dikin ku piştgiriyê bidin têkoşîna ji nû ve avakirina bajaran û pergala demokratîk a ku nû ava bûye nas bike."

Di encamnameyê de komkujiya Pirsûsê ya ku li hemberê ciwanên sosyalîst pêk hat jî hate şermezar kirin.

'Girtiyên siyasî demildest serbest werin berdan'

Di encamnameyê de li ser pevçûna Fîlîstîn û Îsraîlê jî nirxandin hate kirin û hat diyar kirin ku ev pevçûn weke pirsgirêkeke jiyanî berdewam dike. Ji bo vê pirsgirêkê jî di encamnameyê de ev hate gotin: "Em difikirin ku tekane çareserî ew e dagirkeriya Îsraîlê ku bingeha xwe ji 1967'an digire bi dawî bibe. Di biryarên Neteweya Yekbûyî û di peymanên di navbera her du aliyan de ku çareseriya bi du dewletan hatibû diyar kirin, aşitiyeke domdar reya tekane ye ku ji bo ewlehiya Îsraîlî û Fîlîstîniyan were şopandin."

Di encamnameyê de her wiha hate diyar kirin ku piştgiriya projeya ku Fîlîstîn pêşkeşî Neteweyên Yekbûyî kiriye û hewldanên dîplomatîk tê kirin û daxwaz hate kirin ku parlamenter Marwan Barghouti û hemû girtiyên siyasî yên Fîlîstînî serbest werin berdan.

(sy)



Sernavên din

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN