DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Ciwan

Ciwanê El Fetihî: We serkeftina li hemberî zilmê li Kobanê nîşan da

 
14 Tebax
12:53 2015

AMED (DÎHA) - Hevseroka KCD'ê Selma Irmak di civîna Komîteya Adenîz a ku ji aliyê IUSY'ê ve li Amedê hat lidarxistin de axivî û diyar kir ku diyar kir ku ciwanên sedsala 21'emîn dê bibin rûyê aştiyê. Endamê Koma Ciwanên El Fetihî Readt Debiy jî diyar kir ku têkoşînên li hemberî zilmê hemû teqez dê serbikevin û wiha got: "Ji xwe we ev yek li Kobanê pêk anî û hûn serkeftin. Têkoşîna we ya bi rûmet hemû cîhanê dît û me jî hûn mînak girtin." Debiy Şoreşa Rojava silav kir.

Yekîtiya Navneteweyî ya Ciwanên Sosyalîst a Enternasyonel (IUSY) Civîna Komîteya Akdenîzê li Salona Resepsiyonê ya Sumerparkê ya Amedê li dar xist. Civîna bi tevlîbûna 50 ciwanên ji çar parçeyên Kurdistanê, Bati Sahra, Fîlîstîn, Îsraîl, Hollanda, Îsveç, Lûbnan û Bulgarîstanê hatin bi axaftina vekirinê dest pê kir. Berdevkê DEM-GENÇ'ê Cihan Gunerî axaftina vekirina civînê kir û balkişand ser girîngiya civînê ya ku di pêvajoyekî wisa de li Amedê pêk tê. Gunerî di axaftina xwe de bang li rêxistinên ciwanan kir ku li hemberî paşverûtiyê eniya hevpar pêk bînin û ev yek weke peywirekî enternasyonel bi nav kir û wiha got: "Em dizanin ku ji Îranê heya Farsê pirsgirêka desthilatdariyê heye. Ji ber ku li hemberî hişmendiyekî ji bilî xwe tu kesî û mafê tu kesî nasnake heye û li hemberî vê yekê yekîtiya berxwedan û paşveçûyînê heye. Dema li her aliyê cihanê ya yekîtiya hêzên azadîxwaz hatiye."

Gunerî anî ziman ku di Newroza 2013'an de piştî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pêvajoya çareseriyê da destpêkirin hêviya gel a aştiyê zêdebû û di encama diyalogan de Mutabakata Dolmabahçe pêk hat lê AKP'ê ev yek înkar kir û li hemberî gelê kurd konsepta şer û êrîşan da destpêkirin. Gunerî da zanîn ku hikûmeta AKP'ê ya demî di bin navê bi DAIŞ'ê re şer dike li hemberî kurdan şer da destpêkirin û wiha axivî: "Dewletê çav li komkujiya ciwanên ji bo înşaya Kobanê bi rê ketin girt. Di bin navê bi DAIŞ'ê re şer dike li hemberî têkoşîna azadiya kurd êrîş dan destpêkirin û li Zergelê sivîl qetil kirin. Di pêvajoyekî wisa de ez bawer dikim ku ji bo aştiyekî mayînde dê çi bikin nîqaşên berfireh em ê bikin.Ji hemû kesên ji bo azadî û demokrasiyê têkoşînê dikin hezar silav, ji gelan re silav û ji Şoreşa Rojava re silav."

'Ev şer şerê me nîn e'

Hevseroka KCD'ê Selma Irmak jî balkişand ser şer û pevçûnên pêk tê. Irmak anî ziman ku ev şer şerê jin û ciwanan nîn e û modernîteya kapîtalîst ji bo emrê xwe dirêj bike şer dixwaze û wiha got: "Kapitalizm ji bo van nakokiyên xwe çareser bike şer dike. Ev şer şerê me nîn e şerê jinan nîn e em naxwazin bibin qurbanê vî şerî."

'DAIŞ zarokê modernîteya kapîtalîst e'

Irmak da zanîn ku modernîteya kampîtalîst her serdemê de cinawarekî diafirîne û DAIŞ jî ji van rêxistinan yek e û wiha pê de çû: "Rojhilata Navîn û Kurdistan qirêj kirin. DAIŞ jî zarokê vê çavkaniyê ye. DAIŞ zarokê modernîteya kapitalîst e. DAIŞ dijminê şaristan, jin, zarok, ciwan û hemû civakê ye."

'Dema şoreşa sedsala 21'emîn'

Irmak sedsala 21'emîn wekî sedsala demokrasî, ciwan û jinan bi nav kir û got ku got îdiayên wekî "pêvajoya şoreşê bi dawî bûye" di Şoreşa Rojava de hatiye pûçkirin û wiha axivî: "Çi derket holê? pêvajoya şoreşa sedsala 21'emîn jin, ciwan û gelên ku li ber xwe da derxist holê. Şoreşa Rojava, şoreşa jin û ciwanên ku li ber xwe dan bû. KUrd. ermen, keldanî, êzidî, elewî, gelên şîi hemû fikran di vê şoreşê de temsîliyeta xwe dîtin, li ber xwe dan, çek hilgirtin û fikrên xwe pêş xistin. Li dijî çeteyêr DAIŞ'ê yên tecawizkar serkeftineke mezin bi dest xistin."

'Ev sedsal dê bibe sedsala me'

Irmak bilev kir ku hêzên serdest dixwazin ciwanên apolîtîk biafirînin û ciwan jî vê yekê qebûl nakin û fikrên xwe yên azad pêş xistin. Irman nirxandina "Ev sedsal, sedsala ciwan, jin û aştiyê ye. Di vê sedsalê de dê Ocalan azad bibe. Ocalan dibêje 'ciwan azad in' 'ciwan hêvî ne û şoreş e'. Ji me re dibêjin komek dîn. Em wekî dînan bûn bi milyonan û li dijî biaqilan şer dikin. Ji ber vê yekê em ê bi ser kevin. Ev dixwazin ev sedsal bibe sedsala jin, ciwan û gelan" kir.

'Em ji faşîstan natirsin'

Di civînê de li ser navê ciwanên sosyalîst endama SGDF'ê Evîn Yildirim axivî. Yildirim anî ziman ku li paytexta Kurdistanê Amedê ne kêfxweş in û wiha got: "Em dixwazin ji rêxistinên faşîst û yên wekî DAIŞ'ê re bibêjin ku em ji van hêzan natirsin. Em wekî ciwanên sosyalîst heta ku demokrasî û mafên mirovan pêş bikeve em ê li hemû cihanê têkoşîna xwe pêş bixin û bidin jiyandin. Ji ber vê yekê jî HDP, KCD û DBP pir girîng in. Armanca hatina me ya li vir ew e ku em dibêjin em ê rehet nesekinin. Heta ku mafên gelên Rojhilata Navîn û Kurdistanê neyê dayîn em ê rehet nesekinin. HEta ew mafên xwe bi dest bixin emê têbikoşin."

'Li dijî zilmê dê hemû têkoşîn bi ser kevin'

Endamê Koma Ciwanên El Fetîhê û endamê IUSY'ê yê ji Filistinê hatiye Readt Debiy jî diyar kir ku dê hemû têkoşînên li dijî zilmê di dawiyê de teqez bi ser kevin û nirxandina "Jixwe we ev yek li Kobanê pêk anî hûn bi ser ketin. Têkoşîna we ya birûmet hemû cihanê dît me jî ji we mînak girt" kir.

Piştî axaftinan konferans bi çapemeniyê re girtî berdewam kir.

(sa/bd)



Sernavên din

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN