DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Jîngeha Kedê

KESK'ê xwest hevdîtina bi hikûmetê re taloqî payîzî bikin

 
11 Tebax
14:30 2015

AMED (DÎHA) - Hevseroka Tum Bel-Senê ya Amedê Gulay Tekîn diyar kir ku di vê pêvajoya şer û saznekirina hikûmetê de konfederasyona wan biryar girtiye ku hevdîtinên hevpeymana giştî ya kar taloqî mehên îlon û cotmehê bikin.

Şaxa KESK'ê ya Amedê ji bo balê bikişîne ser hevpeymana giştî ya kar a di 2016- 2017'an de pêk were bi şîara "Ji bo jiyaneke wekî mirovan ji firotina hevpeymanê re na" daxuyanî da çapemeniyê. Daxuyanî li ber avahiya Defterdarlika Amedê hat dayîn. Endaman û rêveberên şaxên KESK'ê tevlî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de dovîzên "Bila dawî li kadrobûn û çewisandinan bê", "Di bac û butçê de edalet" û "Dest nedin KESK'ê" hatin hildan û dirûşmên "Dê roj were, dewran bizivire, AKP dê hesab bide gel" û "Ne ji bo şer, ji bo kedkaran butçe" hatin berzkirin.

Hevseroka Tum Bel-Senê Gulay Tekîn daxuyanî xwend. Tekîn diyar kir ku hevpeymana kar di pêvajoyek ku her roj ciwan dimirin, kedkar û demokrat tên binçavkirin û azadiya çapemeniyê tê astengkirin de çêdikin. Tekîn destnîşan kir ku ji ber AKP di hilbijartinên 7'ê hezîranê de binket, li welat dest bi pêvajoya şer kir. Tekîn da zanîn ku hevpeymana kar di pêvajoya şer û saznekirina hikûmeta nû bi AKP'ê re nayê kirin û wiha got: "Ji ber ku hevpeymana giştî ya kar di bin navê dewletê de tê kirin. Di rewşek wiha de jî hevpeyman nabe bersiva daxwazên kedkaran."

Tekîn anî ziman ku butçeya welat hemû bi destê AKP'ê ji bo şer tê veqetandin û wiha pê de çû: "Di vê rewşê de konfederasyona me biryar girt ku hevdîtinên hevpeymana giştî ya kar bi hikûmeta nû re bike divê ev hevdîtin taloqî mehên îlon û cotmehê bibin."

(byt-dd/wk)





ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN