DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Ciwan

Çalakî dê ji bo azadiya Ocalan pêk bên

19 Tîrmeh
11:44 2015

AMED (DÎHA) -Ciwanên Amedê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dê di 21'ê tîrmehê de çalakiyên deng derxistinê û lempeyan bigirin û vekirin li dar bixin.

Ciwanên Amedê bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dê di 21'ê tîrmehê de şevê deng derbixin û lempeyan vemirin û hilbikin. Çalakî dê bin pêşengiya Jinên Ciwan ên Şoreşger û Welatparêz (YDG-K) pêk bê û Tevgera Ciwanên Şoreşger û Welatparêz jî dê piştgiriyê bidin çalakiyan. Çalakî dê seat di 20.00'an de li navçeyên Sur û Rezan pêk tên. Dê çalakî heya azadiya Ocalan pêk tê bidomin.

Di daxuyaniya têkildarî mijarê de hatî dayîn de hat gotin ku azadiya Ocalan azadiya di serî de ya ciwanan û azadiya hemû civakê ye.

(bd)



Sernavên din

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN