Herkes dixwaze keda me bixwe
EDENE (DİHA) - Welatiyên ku ji Rojava û Suriyeyê ji ber neçariyê hatine Tirkiyeyê di karên çandinî, înşaat û tekstîlê de bi heqdestên hêrî erzan têne xebitandin. Karkerên ku dibêjin ew di wê ferqê de ne ku di destê karsazan de bi erzanî têne şixulandin destnîşan dikin ku ji bo bikaribin bijîn jî neçarî van karan dikin.
Piştî şerê navxweyî yê Suriyeyê ku di 2011'an de destpê kir, bi sedhazaran kes ji Suriyeyê û Kobanê ji neçariyê hatibûn Tirkiyeyê û li gelen bajaran bi cî bibûn. Beşek mezin a ji vê girseyê hê jî li van bajaran jiyana xwe berdewam dikin. Li Edenê jî piraniya welatiyên ku ji Kobanê hatine, di karên wek çandinî, înşaat û tekstîlê de ji ber neçariyê bi heqdestên pir erzan têne şixulandin. Welatiyên ku ji ber êrîşan travmayên ciddî dijîn dema hewl didin li heqê xwe bigerin jî rastî zextan tên. Herî dawî di 4'ê Tîrmehê de li Taxa Gulbahçe ya navçeya Seyhan a Edenê, welatiyê Kobanêyî yê 20 salî Muhammed Mustafa hatibû qetil kirin.
Em ji bo ku bikaribin bijîn dixebitin
Welatiyê Kobanêyî yê bi navê Cîhan Muhammed Mahmud ku ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ'ê ji neçarî koçî Edenê kiriye anî ziman ku gelek kes bi gotinên " Çi karê we li vir heye, biçin Surîyeyê" zexta li wan dike. Mahmud, balê kişand ku herkes dixwaze keda wan bixwe û got li zeviyan, înşaatan û atolyeyên tekstîlê, keda wan tê xwarin û nikarin heqê keda xwe bigirin. Mahmud axaftina xwe wiha berdewam kir: "Gelê Edenê xizan e. Dema em hatin, ew jî ji ber bê kar in, nikaribûn nan bibin mala xwe. Em jî bi erzanî hatin şixulandin lê malan bi kirêyên giran dan me. Gel ji bêkariyê neçar bû ku em jî di ser de hatin bertek li hemberî me pêşketin. Lê divê bertek li hiqumêta Tirkiyeyê û polîtîkayên wê yên Sûrîyeyê were nîşandan. Yê ku me kir çi bû, em ji bo ku bijîn xebitîn."
Mahmud diyar kir ku yê ku di nav de ne ne jiyan e û wiha pê de çû :"Em jî dixwazin ku em li Kobanêyê bin û jiyana xwe ya berê berdewam bikin. Ji me re dibêjin, 'Kobanê azad bû. De biçin.' Lê ji bo ku em dikaribin bijîn divê em bixebitin û ji bo vegerê jî heqê rê peyda bikin."
(sy)