DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Ciwan

'Zarokên Gezî dê bi zarokên serhildanê re li Kobanê bên cem hev'

 
13 Tîrmeh
16:49 2015

STENBOL (DÎHA) - SGDF balkişand ser kampanyaya dê di 19-24'ê tîrmehê ji bo ji nû ve înşakirina Kobanê de cih bigirin û wiha gotin: "Zarokên serhildana Gezî dê bi zarokên serhildanê re di 19'ê tîrmehê li Kobanê bên cem hev. Em dê Kobanêya me bi hev re parastî dê bi hev re înşa bikin."

Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF) kampa xwe ya havînê ya her sal li dar dixin bi gotina "Em bi hev re parast em dê bi hev re înşa bikin" û vegerêdan kampnayaya "Em dê Kobanê bi hev re înşa bikin" li avahiya HDP'ê ya Stenbolê civîna çapemeniyê li dar xistin. Parlementerên HDP'ê Erdal Ataş û Fîlîz Kerestecîoglu jî piştgirî dan civînê. Endama SGDF'ê Elîf Tugra diyar kir ku Rojhilata Navîn şahidîniya komkujiyên herî hov kirin û çeteyên DAIŞ'ê jin li bazaran firotin û hovîtiyên dijmirovahî pêk anîn.

Tugra anî ziman ku Kobanê di nava paşverûtiya faşîstan de ji bo mirovahiyê ala hêviyê ye û wiha got: "Em ciwanên sosyalîst niha ji bo Kobanê ji nû ve înşa bikin em derdikevin rê. Em dê di 19-24'ê tîrmehê de ji bo bajar ji nû ve înşa bikin dê li Kobanê bin."

Tugra got, "Zarokên serhildana Gezî dê bi zarokên serhildanê re di 19'ê tîrmehê li Kobanê bên cem hev." û wiha axivî: "Em li benda hemû kesên dixwazin di înşaya bajarê berxwendanê de cih digirin û dixwazin bi tugleyekê jî be kedê bide bajarê şoreşê ne. Em Kobanêya me bi hev re parastî em bi hev re înşa bikin."

(bd)



Sernavên din

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN