DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Ciwan

Ciwanên SGDF'ê dê di înşaya Kobanê de cih bigirin

 
13 Tîrmeh
10:45 2015

STENBOL (DÎHA) - Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF) kampa xwe ya her sal havînê li dar dixin ji bo di înşaya Kobanê de cih bigirin bi gotina "Me bi hev re parast em dê bi hev re înşa bikin" vegêrandin kampanyaya "Em Kobanê bi hev re înşa bikin" Ciwan amadekariyên di 19-24'ê tîrmehê de biçin Kobanê dikin û wiha gotin: "Bajar bajarekî hilweşiyayî ye, di aliyê ruhî de Kobanê azad e lê di aliyê fizîkî de em dê rakirin ser piyan."

Endamên SGDF'ê ji bo bi gelê Kobanê re di nava piştevaniyê de cih bigirin û tevlî pêvajoya înşaya ji nû ve ya Kobanê bibin di 19-24'ê tîrmehê de amadekariyên biçin Kobanê dikin. Ciwanan kampa xwe ya havînê ya her sal li dar dixistin îsal bi gotina "Em bi hev re parast em dê bi hev re înşa bikin" vi dirûşmeya "Em Kobanê bi hev re înşa bikin" dê li Kobanê derbas bikin. Hevserokê SGDF'ê Oguz Yuzgeç, endamên SGDF'ê Medîne Ozmez û Ezgî Sadet kampanya nirxand û gotin li Kobanê şoreşek pêk hat û nemimkûne ev şoreş neyê dîtin û ji bre vê yêkê li şuna kampa havînê biryara di pêvajoya înşaya Kobanê de cih bigirin girtin.

Hevserokê SGFD'ê Oguz Yuzgeç, diyar kir ku sedemên Kobanê ji bo wan girîng bin hene û yekemîn nirxê polîtîk û wiha got: "Heke em pişta xwe ji tiştên li jin û zarokên Kobanê hatin kirin zivirînin tê wateye em pişta li hemû nirxên heya îro hatin afirandin zivirandin e." Yuzgeç sedema duyemîn jî wiha vegot: "Li Kobanê şoreşa jinê û şoreşa ciwanan hat jiyîn. Şoreşa azadî û wekheviya Rojhilata Navîn ji nû ve bê înşakirin e. Kobanê dilê şoreşa Rojhilata Navîn e. Li Kobanê jin, ciwan, kanton, demokrasî, ekolojî û rêveberiya cewher serkeftin qezenc kir." Yuzgeç da zanîn ku xwedî derketina şoreşa bi enternasyonalîst derketî holê tê wateye ji berdêlên rêhevalên wan dayîn "pişta xwe" nezivirandin e.

'Kobaniyê bi ruh azad em dê ji nû ve rakirin ser piyan'

Yuzgeç bilêv kir ku berê jî çûbû Kobanê û bi Ciwanê Şoreşger û Mala gel, rêveberên kantona Kobanê re hevdîtin kirin û hewcehî tesbît kirin û wiha axivî: "Bi taybet me hewcehiyên tendûrîstiyê tesbît kirin. Ji ber vê yêkê em dê bi xwe re doktor, xwendekarên tibê, xwendekarên lîsteyên pişeya tendûrîstiyê û hemşîreyan bi xwe re bibin. Em dê bersiva wê hewcehiyê bidin. Bajar bajerkî hilweşiyaye. Lê di aliyê ruhî de Kobanê azad e û em jî dê ji nû ve rabikin ser piyan."

Dê li ser bîranîna Emre Aslan parq bê çêkirin

Yuzgeç destnîşan kir ku dixwazin di înşaya bajar de rol bigirin û li ser vê esasê dê enkaza dibistan û nexweşxaneyê rabikin. Yuzgeç derbirî kir ku di çarçoveya xebatên înşayê de Kantona Kobnaê ji wan re avahiyek tehsîs kirin û ew avahî weke kreş ji xizmetê re vekirin. Yuzgeç anî ziman ku li baxçeyê avahiyê dê parqa zarokan çêbikin û dê navê Emre Aslan ê ku got, "Ez vê berxwedanê û şoreşê diparêzim" şehîd ket lê bikin. Yuzgeç anî ziman ku li girê Kaniya Kurdan li hemberî çeteyên DAIŞ'ê têkoşînekî mezin hat dayîn û berdêlên gelek mezin hatin dayîn û wiha got: "Em dê li wî girî hezar şitilan biçînin û daristana şehîdan çêbikin. Em dê ji her şitilekê re navê şervanekî lê bikin û wan bidin jiyîn. Em dê navê Sînan Sagir ê SGDF'î lê bikin. Em dê navê Paramaz Kizilbaş jî li pirtûkxaneya em çêbikin bikin." Yuzgeç da zanîn ku di dema li Kobanê bimînin de dê xebatên çandê yên fîlîmên kurdî, şano û konseran pêk bînin.

'Em dixwazin bibin şahidên azadiya jinan pêk anîn'

Endama SGFD û OGK'ê Medîne Ozmez jî diyar kir ku li hemberî çeteyên DAIŞ'ê li Kobanê şoreşa jinê pêk hat û li hemberî wê şoreşê bêdeng namînin û wiha got: "Li şuna kampa ji rêzê me xwest biçin wir şoreşê bibînin û tevlî înşayê bibin." Ozmez, da zanîn ku xwestin şoreşê li cihê jiyanan azad kirin hîs bikin û wiha axivî: "Em dixwazin li ser axa jinan di mal û metbexê de cih negirtin di şer de cih girtin çawa azadî bi dest xistin hîs bikin û bibînin. Ji ber vê yekê em dixwazin li cem jinan cih bigirin."

'Li Rojava jinan darazên zayendî hilweşandin'

Endama SGFD û OGK Ezgî Sadet jî diyar kir ku şahidîniya şoreşekî mezin kirin û ev şoreş jî şoreşa jinê ye û wiha got: "Vê şoreşê hemû pêşdarazên zayendî şikandin. Em xwedî li vê şoreşê derdikevin. Ji bo me wateyekê wê ya wisa heye. Jinên Rojava darazên zayendî şikandin û li eniyên pêş cih girtin. YPJ ava kirin. Jinan azadiya xwe bi dest xist. Hemû jin di şoreşa jinê ya li Rojava pêk hat de azadiya xwe dibînin."

Sadet, da zanîn ku gelek kes ji bo di pêvajoya înşaya Kobanê de cih bigirin serî li wan didin lê di plansaziya wan de niha 4 wesayît tenê hene li gorî rewşê dibe ku hejmar zêde bibe.

(bd)



Sernavên din

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN