DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Jîngeha Kedê

Li Îzmîrê karkerek jiyana xwe ji dest da

 
12 Tîrmeh
13:02 2015

ÎZMÎR (DÎHA) - Karkerê înşatê Muhammet Yeşîlduman ji ser avahiya li Konakê dihat çêkirin ket xwarê û jiyana xwe ji dest da.

Li Konaka Îzmîrê karkerê înşatê Muhammet Yeşîlduman (40) ji ser avahiya ku lê dixebitî ket xwarê. Hat ragihandin ku Yeşîlduman şevê din ji qata 31'emîn ji valahiya asansorê ket qata 27'an. Yeşîlduman bi giranî birîndar bû. Yeşîlduman bi ambulansê rakirin Nexweşxaneya Zanîngeha Egeyê û ligel hemû hewldanên rizgarinê jiyana xwe ji dest da.

Cenazeyê Yeşîlduman ji bo otopsiyê rakirin Saziya Tipa Edlî ya Îzmîrê. Der barê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.

(wk)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN