DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Ciwan

DEM-GENÇ dê li dijî tiryakê bi hêz têkoşînê bike

 
4 Tîrmeh
10:16 2015

ÎZMÎR (DÎHA) - Edamên DEM-GENÇ'ê li Îzmîrê bi armanca ciwanan li hemberî tiryak, fuhuş û sîxurtiyê agahdar bikin kampanyaya "Xwedî li ciwantiya xwe derbikeve" da destpêkirin. Endamê DEM-GENÇ'ê Enes Kaya bang li hemû ciwanan kir ku li hemberî polîtîkayên dewletê yên "şerê taybet" li dora komele û navendên çandê yên ava bikin xwe rêxistin bikin.

Endamên DEM-GENÇ'ê li Îzmîrê bi armanca ciwanan li hemberî tiryak, fuhuş û sîxurtiyê zana bikin kampanyaya bi dirûşmeya "Xwedî li ciwantiya xwe derbikeve" dan destpêkirin. Di çarçoveya kampanyayê de dê li taxan navendên çandê yên ciwanan û komleyeyên ciwanên azad bên avakirin. Di çarçoveya kampanyayê de dê di bin pêşengiya DEM-GENÇ'ê de li taxan bernameyên li dijî tiryak, fuhuş û sîxurtiyê xebat bên meşandin û têkoşînê bê dayîn. Endamên DEM-GENÇ'ê bang li hemû ciwanan kir ku li hemberî polîtîkayên dewletê yên "şerê taybet" li komele û navendên çandan ên ava bikin xwe rêxistin bikin kir.

Endamê DEM-GENÇ'ê Enes Kaya têkildarî kampanyaya li Îzmîrê dan destpêkirin agahî dan û diyar kirk u gelê kurd li hemberî hemû êrîşên desthilatdaran têkoşînekî bêhempa da û têkoşîna xwe hêj didomîn e. Kaya anî ziman ku bi taybet têkoşîna ji aliyê ciwanên kurd ve hat meşandin ji aliyê pergalê ve hat tepisandin. Kaya da zanîn ku delwet û pergal li hemberî têkoîşîna ciwanên kurd polîtîkayên fuhuş, tiryak û asîmîlasyonê pêk anîn û bi vê yêkê dixwazin exlaqê civakê dejenere bikin. Kaya bilêv kir ku li metropolên Kurdistan û Tirkiyeyê navendên kurd piranî lê dijîn tiryak û fuhuş gelek zêde ye.

'Li hemberî te jî alternatîfa me heye'

Kaya destnîşan ku bi destê dewletê li cihên kurd lê dijîn bikaranîna tiryakê û fuhuştê tê balavkirin û zêde dikin. Kaya derbirkî kir ku dewlet ji bo hêza ciwanên kurd a rêxistînî asîmîle bike her tiştî dike. Kaya, diyar kir ku ciwanên kurd li hemberî polîtîkayên dewletê yên tiryak, fuhuş û asîmîlasyonê dê di nava modernîteya demokratîk de komun û kooperatîfên xwe ava bikin li hemberî wan polîtîkayan bi hêz têkoşînê bikin û wiha axivî: "Em dê di bin banê DEM-GENÇ'ê de xwe rêxistin bikin, komun û kooperatîfên xwe ava bikin. Bi vê yêkê alternatîfa me ya li hemberî dewletê 'Li hemberî te jî alternatîfa me heye' bêjin. Divê ciwanên kurd û ciwanên din ên sosyalîstî peywira xwe bi cih bînin û rola xwe bilîzin."

'Em dê bi çalakiyên xwe tiryak û fuhuşê bişkênin'

Kaya bang li ciwanên kurd ên li metropolan dijîn kir ku di bin bangê DEM-GENÇ'ê de bên cem hev û di nava komele û navendên çandê yên DEM-GENÇ ava bikin cih bigirin û bi hêz têkoşînê bikin. Kaya destnîşan kir ku ew dê bi çalakî û bernameyên li dar bixin bandora tiryak û fuhuşê ya li ser ciwanên kurd bişkênin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Di çarçoveya xebatên xwe de em dê standan vebikin, meşan li dar bixin, pêşandana sînevîyon û xebatên çand û hûnerê bikin û xebatên ziman bimeşînin."

(bd)



Sernavên din

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN