Ji serê sibê heya êvarî dixebitin
YILMAZ ERKEK
AMED (DÎHA) - Li navçeya Bismîlê jinên piranîna wan zarok in ên ku li zeviyên pembû heye êvarî di bin tava rojê de dixebitin neçar dimînin êvarî li malê jî bixebitin. Jinên di kaseyên kamyonan de diçin kar ji bo tevkariyê bidin aboriya malbata xwe li gel hemû zehmetiyan di zeviyan de dixebitin.
Li navçeya Bîsmîlê ya Amedê jin serê sibê bi hildana rojê heya avabûna rojê li zeviyên pembû dixebitin. Her çiqas navên wan cuda jî bin zehmetiyên dijîn wekhev in. Jinên ciwan ên ku temenê wan biçûk ji bo piştevaniyê bidin pirsgirêka aborî ya malbatên xwe di bin tava rojê de ji serê sibê heya derengî rojê dixebitin û rojê bi 28 TL. dixebitin. Jinên ciwan piştî ji nava zeviyan vegeriyan karê malê jî dikin û tenê di dema radikevin bêhna xwe didin. Ji jinên serê sibê zû bi kaseyên kamyon û traktoran diçin nava zeviyan Rabîa Atunç diyar kir ku serê sibê seat di 5'an de derdikevin rê û di nav rojê de tenê 4 çaran 15 deqe bêhna xwe didin. Altunç anî ziman ku serê sibê seat di 07.00 heya êvarî seat 17.00'an li zeviyan dixebitin.
Hevalê wên li parqê ew li zeviyê ye
Zarokê bi navê Recep Ardil (13) ê ku hevalên wî li parqa dilîzîn ew li zeviyê dixebite piştî betlanaye havînê tevlî kawranê karkerên demsalî bû. Ardil di temenekî biçûk bi zor û zehmetiyên jiyanê rû bi rû man û ligel destikan bikartîne jî destên xwe yên birînbûn nîşanda û got, "Karê me dikin gelek zor e."
Di dema radikevin bêhna xwe didin
Zaroka bi navê Seher Can (15) jî diyar kir ku 7 xwîk û birane û ji ber rewşa aborî ya malbatê nebaş e ji bo piştgiriyê bidin aboriya malbatê dixebite. Zaroka bi navê Gulek Alkalkan (16) jî got ji ber ku li herêmê di demên havînê de tu karê din ê bikin tuneye li zeviyan dixebitin û tevkariyê didin aboriya malbata xwe .
'Em li vir heya êvarî tevrik dihejînin'
Jina bi navê Yurdagul Avşar (19) diyar kir ku piştî heya êvarî li zeviyan dixebitin dema vedigerin malê vê carê bi karên malê re mujîl dibin. Avşar anî ziman ku hemû karên zor û giran li ser milê jinan in û wiha got: "Em li vir heya êvarî tevrik diheijînin. Piştî em çûm malê me karê paqijî, xwarin û karên din re mujîl dibin. Em heya dema razanê dixebitin. Dema em bêhna xwe didin dema razanê ye. Ji bilî wê tu demên din tunene."
(bd)