DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Jîngeha Kedê

Li ODTU’yê konê berxwedanê hate vedan

 
23 Hezîran
15:12 2015

ENQERE (DÎHA) – Kedkarên ku ji bo Sekreterê Şaxa Egîtîm Sen’ê ya Hejmar 5 Enqereyê û lêkolînerê ODTU’yê Mert Kuker û Endamê Lijneya Kontrolkirinê ya Şaxê Bariş Çelîk ên ku ji aliyê rektoriyê ve bi gefa ji karavêtinê re rû bi rû ne û li hemberî pêkanînên kêfî yên li ODTU’yê li ber rektoriyê kon vedan, bang li raya giştî kirin û xwestin piştgiriyê bidin berxwedanê.

Nûnertiya Egîtîm Sen’ê ya ODTU’yê ku havîna borî ji bo provokasyonê bi kedkarên ODTU’yê re hevdîtin pêk anîn û daxwazên xwe ji rektoriyê re ragihandin, ji ber ku daxwazên wan bi cih nehatin di meha kanûnê de 3 rojan ketibûn grevê. Piştî grevê li ser navê Egîtîm Sen’ê nûnerê kargehê Ekîn Erdem Evliya yê tevli komîsyonê bûbû bi awayeke kêfî ji kar hatibû derxistin. Têkoşîna maf a Evliya hêj berdewam dikir, rektoriyê vê carê jî der barê Sekreterê Şaxa Egîtîm Sen’ê ya Hejmar 5 Enqereyê û lêkolînerê ODTU’yê Mert Kuker û Endamê Lijneya Kontrolkirinê ya Şaxê Bariş Çelîk de ji bo ku ji kar bên avêtin û memûrbûna wan bê bidawî kirin dosyayên wan ji YOK’ê re şand. Dîsa hersê endamên sendîkayê jî cezaya bilinbûna qademeyê girtin. Kedkarên zanistê yên ODTU’yê ji bo ku hevalên wan ji kar neyên avêtin û pêkanînên kêfî yên li ODTU’yê bi dawî bibe li ber rektoriyê kon vedan û daxuyanî dan çapemeniyê.

Kedkaran di çalakiyê de pankarta “Lêpirsîn, ji kar avêtin, pêkûtî me bêzar nakin” vekirin dirûşmên “Em ê li ber xwe bidin û bi ser kevin” “Bijî hevkariya çînan” berz kirin. Li ser navê kedkaran jî rêvebera Egîtîm Sen’ê Mutlu Aslan axivî û got ku ji karkerên taşeron, heta lêkolîneran, ji doçentên alîkar heta xebatkarên îdarî bi hezaran kedkar bêyî ewlehî dixebitin.

Aslan bilêv kir ku bi mobbing û binpêkirinên mafan li ODTU’yê bûye pêkanînên sîstematîk, li dijî kedkar û xwendekaran lêpirsîn tên vekirin ji kar tên avêtin û durxistina ji kar bûne pêkanînên rutîn.

Kevneşopiya ODTU’yê didome

Aslan anî ziman ku ligel hemû pêkûtî û gefan kedkarên ODTU’yê û xwendekar bi rêxistinbûnê dengên xwe bilind dikin û ji çalakiya Berkîn Elvan û heta greva Somayê gelek çalakî pêk anîne û kevneşopiya ODTU’yê didome.

Aslan daxwazên xwe jî wiha anî ziman: “Lêpirsînên ku der barê xwendekarek û 5 endamên sendîkayê de hatiye vekirin bên paşvekişandin. Nûnerê Egîtîm Sen’ê yê di meha kanûnê de ji kar hatiye avîtin vegere li ser karê xwe. Li ODTU’yê li hemberî xebatên sendîka û rêxistinbûnê pêkûtî bila bi dawî bibe. Pêkanînên mobbing û binpêkirinên bûne sîstematîk ji bo pêşîlêgirtina van tedbîr bên girtin.”

Daxuyaniya çapemeniyê bi banga piştevaniyê bi dawî bû û li ber avahiyê kon hate vedan. Piştî ku kon hate vedan jî girseyê li ber rektoriyê dirûşm berz kir û bi stranan govend gerand.

Li kon ên ji kar hatine avêtin ve dê 24 saetan nobet bê girtin.

(sa)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN