DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Jîngeha Kedê

Ji DÎSK, KESK, TTB û TMMOB'ê serlêdana sûc

 
22 Hezîran
14:51 2015

STENBOL (DÎHA) - DÎSK, KESK, TTB û TMMOB bi hinceta mafê welatiyan ê 1'ê Gulanê bi zorê hat astengkirin û sûc hat kirin dê derbarê Serokwezîr, Wezîrê Karên Hûndir, Waliyê Stenbolê û Midûrê Polîsan ê Stenbolê jî di nav de derbarê peywirdarên cemaweriyê de serlêdana sûc bikin. Serokê Giştî yê DÎSK'ê Kanî Beko diyar kir ku kesên welat û bajar rêvedibin ji bo sûc bikin bi israr in û wiha got: "Di her şert de em dê sala bê li Taksîmê bin."

DÎSK, KESK, TTB û TMMOB têkildarî zext û binpêkirinên mafên mirovan ên di 1'ê Gulanê de li Stenbolê hatin jiyîn dê derbarê Serokwezîr, Wezîrê Karên Hundir û Waliyê Stenbolê de li Edliyay Stenbolê serlêdana sûc bikin û têkildarî mijarê de li Navenda Giştî ya DÎSK'ê civîna çapemeniyê li dar xistin. Serokê Giştî yê DÎSK'ê Kanî Beko metna hevpar xwend. Beko şîdeta polîsan a li hemberî karkeran bi bîrxist û li gorî tesbîtên maseyên qirîzan 450 kes ji azadiya xwe bêpar hatin hiştin, gelek rastî îşkenceyê hatin û bêhiqûqî hatin binçavkirin.

Îşkenceya lêgerîna tazî û nebirana destşoyê

Beko diyar kir ku di 1'ê gulanê de mudaxele li parêzer û parêzvanên mafên mirovan hate kirin û xebatên wan hatin astengkirin û binpêkirinên mafên mirovan ên di 1'ê Gulanê de pêk hatin wiha rêz kirin: "Îtîraza parêzeran a girtin û binçavkirinê, ketina parêzeran a edliyeyê û korîdorên dozgeriyê ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin û destûr nedan parêzer xebatên xwe bikin, rastî êşa fîzîkî û devkî ya dozgeriyê.Destûr nedan parêzer bigihijin dosyayên lêpirsînê û mafê hiqûqî yê kesên hatin binçavkirin hatin astengkirin. Kesên hatin binçavkirin demek dirêj di otobusêan de hatin kirin û rastî muameleyên xirab hatin.Welatî bêyî karên binçavkirinê bikin 3 rojan di depoyê de hatin girtin. Li hemberî hin jinên li nava edliyeyê dihatin girtin îşkenceya lêgerîna tazî û nebiran destşoyê pêk anîn."

Dê serlêdana sûc bikin

Beko biryarên DMME'yên berê têkildarî pîrozbahiyên 1'ê Gulanê de hatin dayîn bîrxistin. Beko da zanîn ku ji ber astengkirin û binpêkirina mafên mirovan dê derbarê Serokwezîr Ahmet Davutoglu, Wezîrê Karên Hûndir Efkan Ala, Waliyê Stenbolê Vasîp Şahîn û Midûrê Polîsan ê Stenbolê Selamî Altinok serlêdana sûc bikin.

Beko bilêv kir ku heke ji serlêdana sûc tu encamanê negirin û bersûc ceza negirin dê serî li AYM û DMME'yê bidin û wiha got: "Qada kedkaran a 1'ê Gulanê Taksîm e û sala bê em dê li Taksîmê bin."

(bd)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN