DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Ciwan

Ciwan: Tecrîda li ser Ocalan îxaneta li dijî pêvajoyê ye

 
21 Hezîran
20:10 2015

STENBOL (DÎHA) - Endamên DEM-GENÇ'ê diyar kirin ku tecrîda li ser Ocalan îxaneta li ser pêvajoyê ye û tecrîda li ser Ocalan şermezar kirin.

Endamên DEM-GENÇ'ê bi boneya tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a zêdeyî 2 mehin giran bûye û hemû têkilî ji ser Ocalan qut bûne şermezar bike, li Parka Fatih Saraçhaneye daxuyanî dan çapemeniyê. Ciwanan di çalakiyêde posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan rakirin û alên PKK'e bilind kirin. Rêveberên HDP'ê yên navçeya Fatihê jî piştgirî dan çalakiya ciwanan. Ciwanan di çalakiyê de pankarta "Em hema niha azadiya Ocalan dixwazin" vekirin û sirûda "Çerxa Şoreşê" xwendin. Piştre ciwanan daxuyanî da çapemeniyê. Ciwanan diyar kirin ku tecrîda li ser Ocalan darbe û îxaneta li hemberî pêvajoyê ye wiha gotin: "Tecrîda li ser Ocalan tecrîda li ser gelan e" Ciwanên ku piştî daxuyaniyê silogan berz kirin rastî mudaxaleya polîsan hatin. Piştî polîsan mudaxale kir li kolanên Fatihê pevçûn derket. Di bûyerê de kes nehat binçavkirin.

Ciwan li Rihayê jî meşiyan

Li Rihayê jî bi heman armancê endamên DEM-GENÇ'ê çalakî pêk anîn û azadiya Ocalan xwestin. Bi sedan endamên DEM-GENÇ'ê bi silogana "Ji Rêber Apo re Azadî" ji Parka Alî Şellî heta Qada Topçuyan meşiyan. Ciwanan di meşê de cilên YPG'ê li xwe kirin û pankarta "Li serokatiyê xwe xwedî derkeve" vekirin. Ciwanan di çalakiyê de siloganên "Bijî Serok Apo", "Bê Serok jiyan nabe", "Kurdistan li Serokê xwe xwedî derekve" berz kirin. Ciwanan li Qada Topçuyan sirûda "Çerxa Şoreşê" xwendin. Piştre endamên DEM-GENÇ'ê li vir daxuyanî dan û tecrîda li ser Ocalan şermezar kirin. Ciwanan ji her kesî xwest ku li dijî tecrîdê dengê xwe bilind bikin û li azadiya Ocalan xwedî derkevin.

(mae)



Sernavên din

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN