Ji bo mamoste Yuksel ketin greva birçîbûnê
STENBOL (DÎHA) - Endamên Eniya Kedkarên Cemaweriyê ji bo piştigiriyê bidin mamoste Hatîce Yuksel a ku ji ber tevlî daxuyaniyê bû ji kar hat derxistin rojekê ketin greva birçîbûnê.
Eniya Kedkarên Cemaweriyê ji bo balê bikişinê ser rewşa mamoste Hatîce Yuksel a ku ji ber tevlî daxuyaniyê bû ji kar hat derxistin li ber Liseya Galatasarayê daxuyanî da çapemeniyê. Di daxuyaniyê de pankarta "Em ji bo Hatîce Yuksel edaletê dixwazin! Em ji bo rojekê di greva birçîbûne de ne" û dowîzên "Em ji bo hîndekara lêkolînê Nuriye Gulmen edaletê dixwazin" û "We bihîstiye mamoste Hatîce di greva birçîbûnê de ye" hat hilgirtin. Di çalakiyê de gelemperî dirûşmên "Daxuyanî ne sûc e" û "Hatîce Yuksel ne tenê ye" hatin berzkirin.
'Hewl didin çavên gel bitirsînin'
Endama Eniya Kedkarên Cemaweriyê Mursel Tanriverdî daxuyanî xwend û diyar kir ku ji ber polîtîkayên AKP'ê ewlehiya kar a kedkarên cemaweriyê tune ye û ev tişt got: "Zagona performansa kedkaran ewlehiya kar ji holê radike li meclîsê hatiye sekinandin. Herî dawî kedkarên perwerdehiyê sirgun kirin. Ya herî girîng ew e ku bi pakêta ewlehiyê dixwazin çavên gel bitirsînin û ev yek jî li ser herdu lêvên waliyên AKP'ê ne."
Hîndekaran ji kar davêjin
Tanriverdî da zanîn ku li Eskîşehîrê mamostê Hatîce Yuksel û hîndekara lêkolînê ya Zanîngaha Gaziyê Nuriye Gulmen li ber xwe didin û wiha domand: "Sûcê Nuriye Gulmen û Hatîce Yuksel a hevpar ew e ku ji ber mafê xwe yê demokratîk bi kar anîne ji kar hatine derxistin. Yuksel ji bo hevalên xwe yê ji bûyera Çaglayanê sûcdar dîtin û hatin binçavkirin tevlî daxuyaniya şermezarkirinê bû. Piştî daxuyaniyê hefteyek şûnde ji kar hat derxistin. Herî dawî li Somayê mamosteya bedenê Ayşegul Ersoy û li Aydinê jî mamosteyê biyolojiyê Erhan Yalçin jî ji bo mafê xwe yê demokratîk bi kar anîn ji kar hatine derxistin."
Tanriverdî anî ziman ku kampanyaya ji bo Hatîce Yuksel 2 meh berê datibû destpêkirin didome û got ku ev 25 roj in li ber xwe dide. Tanriverdî wiha dawî li axaftina xwe anî: "Yuksel ji 17'ê hezîranê ve ji bo vegerin ser karê xwe di gireva birçîbûnê de ye. Ji bo em hevala xwe tenê nehêlin û ji bo piştevaniyê em ji bo rojekê dikevin greva birçîbûnê."
Endamên Eniya Kedkarên Cemaweriyê dê heta sibê seat 14.00'an li ber Lîseya Galatasarayê greva birçîbûnê de bin.
(sde/wk)