DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Ciwan

DEM-GENÇ: Em dê bi avakirina xweseriyê bersîv bidin

 
17 Hezîran
18:43 2015

AMED (DÎHA) - Endamên DEM-GENÇ'ê yên Amedê operasyonên dawî yên li hemberî ciwanan pêk tên bi daxuyaniyekê şermezar kir.

Endamên DEM-GENÇ'ê yên li Amedê der barê operasyonên demên dawî de li hember ciwanan pêk tê, bi tevlêbuna Dayikên Aşîtiyê, rêvebirên HDP û DBP'ê, endamên DEM-GENÇ'ê û xwendevanên Zanîngeha Dîcleyê li ber Komaleya Navenda Ciwanan a Arî bi daxuyanîyekê şermezar kir. Li ser navê komê endama DEM-GENÇ'ê Canan Ceylan, diyar kir ku di demên dawî de serdegirtin, binçavkirin û girtin zêde bûye û wiha got: "Em wekî ciwanan, dê li hemberî zext û zordariyên hîkûmetê, projeya Rêberê PKK'ê bi gihînin armanca wê. Ji bo vê yekê jî em dê gelek projeyên nû saz bikin û bi hêzek mezintir tevlî xebatan bibin."
Ceylan, destnîşan kir ku hikûmeta AKP'ê û kesên kontra dixwazin xebatên wan wekî îlegal bidin nîşandan û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Bi ser komaleya me de girtin û derîyên komaleyê şikandin. Em dibêjin ku her çiqasî bi ser avahiyên me de bigirin dê bersiva me xurtkirina avakirina xweseriya demokratîk be."

Daxuyanî bi diruşmeyên "DEM-GENÇ ber bi şoreşê ve tê", "Bijî serok APO" û bi çepikan bi dawî bû.

(ua-şo/mae)



Sernavên din

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN