Şaredariya Serêkaniyê kesên ku ne AKP'î ne ceza dike
RIHA (DÎHA) - Zext û jikarderxisinên Şaredariya Serêkaniyê ya AKP'î didomin. Rêveberiya şaredariyê heya niha 150 xebatkar ji kar avêtine û bi hincetên cur bi cûr ên wekî di hilbijartinên 7'ê hezîranê de deng nedane AKP'ê hin beşên xebatê yên karkeran guhert û ew dan karê paqijiya navçeyê.
Rêveberiya AKP'î ya çawa ku di sala 2014'an de şaredariyê bi fen û fûtan ji HDP'ê stend ewil 150 xebatkar ji kar avêtin. Şaredariyê îcar beşên xebatê yên 6 xebatkarên xwedî kadro guhert û ew dan karê paqijiyê. Rêxistinên HDP û DBP'ê yên navçe û bajaran û endamên meclîsa şaredariyê yên DBP'î ji bo bertek nîşanî biryarê bidin li avahiya HDP'ê ya navçeyê civîna çapemeniyê li dar xistin. Hevserokê HDP'ê yê navçeyê Mehmet Alî Aslan, ji endamên meclîsa şaredariya bajarê mezin û navçeyê Mehmet Doluk û gelek welatî beşdarî civînê bûn. Di daxuyaniyê de Mehmet Doluk, anî ziman ku xebatkarên bi navê Îsmet Kaya, Harûn Taşkan, Mûsa Încî, Sadûllah Ekîn, Hamdullah Dayan û Abdurrezak Güven ên di departmenên cihê yên şaredariyê de dixebitin ji ber ku di hilbijartina 7'ê hezîranê de dengê xwe nedane AKP'ê ji karê xwe hatine derxistin û ew dane karê paqijiyê.
Doluk, diyar kir ku ya li xebatkaran hatiye kirin zilm e û wiha got: "Mebesta rêveberiya şaredariyê ew e tu kesî ku ne AKP'î be di şaredariyê de nehêlin. Rêveberiya şaredariyê tehemmulî serkeftina HDP'ê ya ku di hilbijartinê dawî de bi dest xist nekir. Şaredarî bi vî awayî kesên ku ne AKP'î dixwaze bitirsîne. Em vê bêedaletiyê şermezar dikin."
(dd/mae)