DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Ciwan

Ciwan dê ji bo azadiya Ocalan bimeşin

 
17 Hezîran
09:27 2015

AMED (DÎHA) - Ciwanên di bin pêşengiya DEM-GENÇ de di çarçoveya hamleya "Xwedî derkeve" ji 4'ê nîsanê heya niha gelek bername li dar xistin dê di 20-21-22'yê hezîranê de bi dirûşmeya "Xwedî li serokê xwe derbikeve" li tevahî Tirkiye û Kurdistanê meşan li dar bixe.

DEM-GENÇ'ê di 4'ê nîsanê de hamleya "Xwedî Derkeve" ya bi şîara "Xwedî li ax, av, enerjî, xweza, ziman, nasname, çand û pêşeroja xwe derbikeve" da destpêkirin amadekariyên ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan derkevin qadan dikin. Ciwan di 20-21-22'ê hezîranê de amadekariyên "xwedî li serokê xwe derkevin" dikin. Ciwan dê li Tirkiye û Kurdistanê bi meşên li dar bixin azadiya Ocalan bixwazin. Aktîvîsta DEM-GENÇ'ê Muazzez Mogul diyar kir ku li gorî demê stratejî û taktîk diyar kirin û di çarçoveya hamleya "Xwedî Derkeve" xebatên hilbijartinê meşandin û wiha got: "Bi DEM-GENÇ'ê ciwan dê nasnameya xwe biperijînin, rêxistin bikin û bidin jiyîn."

'Armanc azadiya Rêber Apo ye'

Mogul anî ziman ku armanca ciwanan azadiya Ocalan e û wiha axivî: "Em dê azadiya Rêberê Apo biqêrin. Hamleya DEM-GENÇ'ê dê vê yêkê pêk bîne û dê di her astê de xebatan bimeşînin. Ji ber ku armanc azadiya Rêberê Apo ye."

Jin dê bi hêz rol bigirin

Aktîvîsta DEM-GENÇ'ê Xezal Arslan jî diyar kir ku bi DEM-GENÇ'ê xebatekî rêxistinbûna nû dikin û bi vê yêkê jinên ciwan jî dê hêj bêtir rêxistinbûna xwe mezin bikin û wiha got: "Bi van xebatan jinên ciwan dê li hemberî kampîtalîzmê şerekî mezin bidin meşandin û bibin asta herî jor." Arslan anî ziman ku jinên ciwan di pêvajoya înşayê de dê rolekî mezin hilbigirin û dê li her qadê rengê jinê raçînin. Arslan da zanîn ku kampanyaya jinên ciwan a "Parastina cewherî pêş bixin, xwedî li nasnameya jinê derbikeve" jî berdewam dike û di vê çarçoveyê de li gelek qadan çalakî li dar xistin û dê çalakiyên wan bidomîn.

Jinên şoreşger dê bên bîranîn

Arslan bilêv kir ku dê di çarçoveya hamleya "Xwedî li Serokê xwe derbikeve" li hemû bajarên Kurdistanê û Tirkiyeyê derbikevin qadan û dê li Amedê bi sînevîzyonekê Zeynep Kinaci (Zîlan) bi bîrbînin. Arslan destnîşan kir ku di heman dîrokê de vekirina abîdeya Sakîne Cansiz a li Dêrsîmê heye û dê hemû
jinên ciwan tevlî vekirinê bibin.

(bd)



Sernavên din

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN