'Kakerên malan hêj jî bêyî qeyd dixebitin'
STENBOL (DÎHA) - Sendîkaya Îmeceyê ya Karkerên Malan bi bîr xist ku hêj jî ewlehiya karkerên ku li malan dixebitin tune ye û bêyî qeyd tên xebitandin. Sendîkayê xwest ku ewlehiya karkeran bi zagona kar bê misogerkirin.
Sendîkaya Îmeceyê ya Karkerên Malan bi mebesta pîrozkirina "Roja Karkerên Malan a Cîhanê" li Stenbolê li ber Lîseya Galatasarayê daxuyanî da çapemeniyê. Li qada ku daxuyanî lê hat dayîn pankarta "Ji karkerên malan re sîgorta, mafê teqawidbûnê. Têkoşîna karkerên malan mezin dibe" hat vekirin û dirûşma "Bijî piştevaniya karkerên malan" hat berzkirin. Seroka sendîkayê Ayten Kargin beriya ku daxuyaniyê bixwînê Roja Karkerên Malan pîroz kir. Kargingot ku ew ji bo çareserkirina pirsgirêk û têkoşîna ku ji bo karker wek mirovan bijîn didin. Kargin bi bîr xist ku bi salan e karkerên malan ji bo zagona kar, mafê sîgortayê û teqawidbûnê têdikoşin û wiha axivî: Pesnê zagonên komî tê dayîn. Di çapemeniyê de nûçeyên sansasyonel ên wekî ku dê mafê me yê sîgortayê bidin tên weşandin. Lê hêj mafê me nehatiye dayîn. Em dipirsin; ka sîgorteya çend karkerên malan hatiye çêkirin?"
Daxwaza karkeran bi rêz kir
Kargin daxuyand ku zagonên komî yên di 1'ê nîsanê de hatin erêkirin ji koletiyê pêştir tu tişt ji wan re neaniye û got ku hêj jî ewlehiya karkerên malan tune ye û bêyî qeyd tên xebitandin. Kargin anî ziman ku hikûmeta AKP'ê bi polîtîkayên xwe yên 12 salan şert û mercên karkeran dijwartir kiriye û mafê ewlehiya karkeran piştguh kiriye.
Kargin daxwazên karkerên malan bi vî awayî rêz kir: "Bila ewlehiya karkerên zagona kar midoger bikin. Bila peymana ILO'yê ya 'Peymana Karkerên Malan a Mirovane' bê îmzekirin. Bila ewlehiya kar a karkerên malan bê teşwîqkirin û mekanîzmayên civakî yên ku ji wekheviya zayendan re xizmetê dikin bên avakirin."
(dd/wk)