DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Jîngeha Kedê

Li Bedlîsê ji bo kooperatîfbûnê gava yekemîn

 
15 Hezîran
08:52 2015

BEDLÎS (DÎHA) - Platforma Şaxên KESK'ê ya Bedlîsê li ser qada 3 hezar metrekareyê şitilên sebez çandin û bi vê yêkê gava yekemîn a kooperatîfbûnê avêt.

Platforma Şaxên KESK'ê ya Bedlîsê bi ekîbekî ji 15 kesan pêk tê li gundê Olekê yê Bedlîsê li ser 3 hezar metrekareyê şitilên sebez çandin. Piştî zeviya ji aliyê welatiyekî ve hatî tesîskirin cot hat kirin kedkaran bi bêran ji bo çandina sebeze qanal vekirin. Ji bo şitilên îsot, zebeş, gindor, firengî, kelem, xiyar, beqle, guleberoj û garisê yên hatin çandin jî bi sondajê av derxistin û bi vê avê tê avdan. Heke xebat serkeftî derbas bibe dê salên bên kooperatîf bê avakirin.

Hevseroka Şaxa Egîtîm Senê ya Bedlîsê Fîlîz Akçilçagi her roj serê sibê bi malbat xwe re ji bo şitilan biçîne tê got diyar kir ku KESK ji bo projeyên jiyana ekolojîk bixe jiyanê çandîniya sebez dike. Akilçagi anî ziman ku li şuna sebezeyên GDO'yî yên di demên dawî de tendûrîstiya mirovan têxin xetereyê hilberîna sebezeyên organî dikin û ev yêk hem ji bo tendûrîstiya mirovan baş e hem jî fersenda bi xwezayê re bibin yêk dide mirovan.

‘Em pêşengiya nifşê bê dikin'

Akilçagi anî ziman ku ji ber vê yêkê gelek bi heycan in û pêşengiya nifşê bê dikin. Akilçagi da zanîn ku bi du zarokên xwe re ji bo şitil çandinê diçe gund û wiha got: “Em zarokên xwe ji betonê xilas dikin bi xwezayê re li hev tînin. Divê êdî zarokên me bi axê re bin û divê hilberîn çawa tê çêkirin bibînin. Ji ber vê yêkê em her tim zarokên xwe bi xwe re dibin."

‘Divê vega gundan pêk bên'

Akilçagi bilêv kir ku bi xebatê tu kar li ber çavan nagirtin û di çeribandina vê salê de heke serbikevin dê salên bê ji bo kooperatîfbûnê dest bi hewildanan bikin. Akilçagi bang li welatiyên koçberî metropolan kir ku vegerin gundê xwe û li ser axa xwe jiyana xwezayî û hilberînê pêk bînin kir.

(bd)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN