DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Ciwan

DEM-GENÇ tecrîd û êrîşên kontra şermezar kir

 
14 Hezîran
17:20 2015

ENQERE (DÎHA) - Endamên DEM-GENÇ'ê yên Enqereyê, êrîşên kontra û tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar kir. DEM-GENÇ'ê anî ziman ku ew dê li gel û rêberê xwe xwedî derkevin.

Endamên Konfederasyona Demokratîk a Ciwanan (DEM-GENÇ) ya Enqereyê, êrîşên çekdar ên li Amedê pêk hat bi daxuyaniyekê şermezar kir. DEM-GENÇ'ê têkildarî êrîşên di 5 û 9'ê Hezîranê de li Amedê pêk hatin û bû sedema qetilkirina 8 endamên HDP'ê û bi sedan kes birîndar bûn, her wiha têkildarî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tê meşandin li Kolana Yukselê daxuyanî da çapemeniyê. Ciwanan li kolanê pankarta "Ciwan destûr nade ku gule û bombeyên AKP'ê li demokrasî bikeve" û "Tecrîda li ser Rêbertiyê tecrîda li ser jinê ye" vekirin û bê navber siloganên "Kurdistan dê ji faşizmê re bibe goristan" û "Bijî serok Apo" berz kirin. Li ser navê DEM-GENÇ'ê Selîn Înan daxuyanî da û diyar kir ku êrîşên AKP'ê yên beriya hilbijartinê li dijî HDP'ê pêş ketin, piştî hilbijartinê jî berdewam kir. Selîn Înan, da zanîn ku hikûmetê hêzên Hizbul-kontra xistin dewreyê û êrîşên li dijî gelan tên meşandin di asta şer de ye.

Înan, bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û destnîşan kir ku ji 5'ê Nîsanê heta niha li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tecrîd tê meşandin. Înan xwest tecrîda li ser Ocalan tê meşandin bi dawî bibe û wiha got: "Ev tecrîd li ser vîna gel û demokrasiyê tê meşandin Em wekî DEM-GENÇ'ê dê li dijî vê ferasetê têbikoşin û di ber xwe bidin."

Çalakî bi çepikan bi dawî bû.

(mae)



Sernavên din

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN