DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Jîngeha Kedê

Şener: Niha hêviyekî me ya nû heye

 
11 Hezîran
09:05 2015

ENQERE (DÎHA) - Ji derderên desthilatdariya AKP'ê ya 13 salan bêzar bûn a sereke kedkarên tendûrîstiyê ne û ji encama hilbijartinê keyfxweş in. Sekreterê Giştî yê Konseya Navendî ya TTB'ê Ozden Şener balkişand ser texrîbatên di qada tendûrîstiyê de pêk hatin û wiha got: "Niha hêviyekî nû heye. Êdî em li benda parlementoyekî alîgiriya gel dike ne. Em dê alîgiriya kesên polîtîkayên rast pêk bînin bikin."

Tevlîbûna hilbijêran a hilbijartina 7'ê hezîranê gelek zêdebû û girse û saziyên heviya wan ji hilbijartinê jî gotin encamên hilbijartinê ji bo AKP'ê xirab bûn û li şuna rêveberiya totalîter demokrasiyê qezenc kir. Sekreterê Giştî yê Konseya Navendî ya TTB'ê Ozden Şener hilbijartinên 2015'an têkildarî qada tendûrîstiyê de nirxandin û got ji polîtîkayên AKP'ê gel êdî îsyan dike.

Gel êdî îsyan kir

Şener diyar kir ku pêvajoyekî gelek krîtîk hat jiyîn û AKP'ê jî girîngiya hilbijartinê ferq kir û ji bo ku hêza xwe ya otorîter winda neke serî li hemû riyan da. Şener, anî ziman ku di pêvajoya hilbijartinê de AKP'ê hemû amurên cemaweriyê bi awayekî bêhiqûqî bikaranîn û bi riya medyaya alîgir ev bêhiqûqî rewa kirin. Şener da zanîn ku vê carê li hemberî AKP'ê muxalefetekî bi hêz heye û partiyên muxalîf ligel derfetên mutevazî xebat meşandin û serkeftin. Şener bilêv kir ku polîtîkayên AKP'ê gel bêzar kir û êdî gel îsyan kir. Şener destnîşan kir ku di pêvajoya 13 salan de hemû saziyên cemaweriyê hilweşiyan û ji ber polîtîkayên xirab ên AKP'ê gel serdemekî zor derbas kir û xizmetekî bi qelîteyî nedît.

AKP deng winda kirin

Şener derbirî kir ku AKP'ê bi pêkanînên dij hiqûqî mudaxele li hilbijartinan kir ligel hemû hîleyan AKP'ê gelek deng windakirin û bi tena serê xwe nebû hikumet. Şener diyar kir ku hikûmeta AKP'ê di nava 13 salan bi zext û derewan gel rêvebir û pêkanînên hikûmetê yên dijdemokratîk di qada tendûrîstiyê de hilweşandin bi xwe re anî.

'Yên alîgirên gel bin em jî dê bi wan re bin'

Şener anî ziman ku AKP'ê tu hişyarî û nêrîn li ber çavan negirtin û qada tendûrîstiyê hemû kire bi pere û wiha got: "Niha hêviyekî nû heye.Em qada tendûrîstiyê di nava vê tabloya xweşik de bi hêvî ne. Ji ber ku partiyên gotinên xwe bêjin li meclîsê ne. Hem jî bi hêz li meclîsê ne û êdî em li benda parlementoyekî alîgiriya gel bike ne. Yên alîgirên gel bin em jî bi wan re ne." Şener da zanîn ku hefteyek berî hilbijartinê rewşek tarî hebû lê niha hêviyek heye û ew dixwazin rêveberiyekî piralî welat rêve bibe û wiha axivî: "Em dê tevkariyê bidin vê têkoşînê. Em dixwazin hemû welatiyan bêpere û bi zimanê zikmakî perwerdehiya tendûrîstiyê bigirin."

(bd)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN