Sedhezar Amedî serkeftina HDP'ê pîroz dikin
AMED (DÎHA) – Gelê Amedê li hemû navçe û taxan daketin qadan û serkeftina HDP'ê pîroz dikin. Gelê Amedê ku di êrîşa bombeyî de 4 kesan jiyana xwe ji dest dan, piştî serkeftina HDP'ê bi boneya bersîvê bidin êrîşkaran û serkeftina HDP'ê pîroz bikin, bi sedan maşîne konvoyên mezin çêkirine û li nava kolanên bajar û navçeyên Amedê tûrê didin xwe. Gel bi maşîneyan derketine kolanan û bê navber siloganên "Bijî serok Apo" û "Zext me têk nabe" berz dikin. Bi sed hezaran welatî li kolanên Amedê pîrozbahiyê pêk tînin û komkujiyê şermezar dikin. Welatî bê navber fîşekên hewayî davêjin û siloganan berz dikin.
Li aliyê din sedhezar li qada Newrozê ya Amedê serkeftina HDP'ê pîroz dikin. Hevserokê Giştî yê DBP'ê Kamuran Yuksek, diyar kir ku gelê daketine kolanan dixwazin bi gelê Tirkiyeyê re di nava aştiyê de bijîn. Pîrozbahiya li Qada Newrozê bi stranên Koma Çand û Hunerê ya Dîcle Firatê û govendê didome.
Li navçeyên Hezo Farqîn, Bismil yên Amedê û navçeya Wêranşarê ya Rihayê jî bi deh hezaran welatî derketin kolanan û pîrozbahiyê pêk tînin.
(mae)